QSD’ê li Cedîd Igêdatê 2 çete girtin

Hêzên YAT ên girêdayî QSD’ê bi operasyonekê 2 çeteyên DAÎŞ’ê yên cihê xwe di êrîşên li ser sivîl û hêzên wan ên li Dêra Zorê de girtine, girtin.

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li ser malpera xwe ya fermî ragihand ku Yekîneyên Antî Terorê (YAT) 2 çeteyên DAIŞ`ê ku tevlî êrîşên terorîst ên li dijî hêzên wan û sivîlên li Dêra Zorê bûbûn, girtin.

QSD`ê diyar kir ku operasyon bi destekdayîna hewayî ji aliyê hêzên Koalisyona Navneteweyî ve li bajarokê Cedîd Igêdat ê gundewarê rojhilatê Dêra Zorê hate lidarxistin.

QSD`ê ragihand piştî ku şaneyên terorîst dewriyeyeke hêzên wan kiriye hedef, yekîneyên wan di nava 2 rojan de lêgerîn li herêmê kirine.

QSD`ê di wê operasyonê de gelek belge û kaxizên bi çeteyan re desteser kir.