QSD'ê ji bo cihên dîrokî biryar stand
QSD ji bo parastina cihên dîrokî bi Lijneya Rêveberiya Xweser re civîn danî û hin biryar standin.
QSD ji bo parastina cihên dîrokî bi Lijneya Rêveberiya Xweser re civîn danî û hin biryar standin.
Ji bo parastina şûnwaran û cihên dîrokî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û nîqaşkirina rêbazên koordîneya di navbera hêzên parastinê û Desteya Şûnwaran a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokraîtk (QSD) civînek li dar xist. Fermandarên QSD`ê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn û nûnerên Desteya Çand û Hunerê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê beşdarî civînê bûn.
Di civînê de Gerînendetiya Parastina Şûnwaran, astengiyên li pêş parastina cihên dîrokî şîrove kirin. Her wiha tekezî bi girîngiya koordîneya bi Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Polîsên Leşkerî û hêzên leşkerî re ji bo parastina cihên dîrokî, hate kirin.
Di dawiya civînê de tekezî bi van xalan hate kirin:
- Pabendiya QSD`ê bi perspektîfên leşkerî yên di 12`ê Cotmeha 2020`an de derketine yên girêdayî parastina milkên çandî.
- Pabendiya bi peymanên navneteweyî û qanûna bi hejmar 4’an a 2019`an a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku berê der barê parastina şûnwaran de derketibû.
- Zêdekirina xebatên di navbera Gerînendetiya Parastina Şûnwaran û hêzên ewlekariyê de.