QSD'ê îdîayên li ser agirbesta bi DAIŞ'ê re derewand

QSD'ê îdîayên li ser agirbesta bi DAIŞ'ê re derewand û got, "Em bi hemû enerjiya xwe  û israra xwe di têkbirina terora li tevahî Sûriyê, berdewam in."

Rêveberê Buroya Navenda Ragihandinê ya QSD'ê Mûstafa Balî di daxuyaniyeke nivîskî ku li ser malpera Hêzên Sûriyeye Demokratîk (QSD) belav kiribû ev agahî da:

"Hê jî hêzên tarî û yên şikestî bi îdîayên xwe yên ne rast hewl didin hêza me û serketinên wê reş bikin, da ku moralê çeteyên yên şikestî bilind bikin.

Li ser torên civakî vê carê bi navê  'Miwade' hatiye belavkirin ku di navbera Hêzên Sûriyeyê Demokratîk (QSD) û çeteyên DAIŞ'ê yên terorîst de belgeyan agirbestê hene. Em dikarin bendên vê belgeyê tenê wekî pêkenokekê bi nav bikin.

Em wekî Hêzên Sûriyeye Demokratîk, careke din teqez dikin ku hemleyên me yên şoreşgerî yên li dijî terorê ji dema ku di nava komên bi navê artêşa Azad bi awayekî veşartî derketin,  berewam in. Em bi hemû enerjiya, bi hemû israra xwe di têkbirina terora li tevahî Sûriyê de berdewam in."