QSD’ê hewldanê êrişa çeteyên Erdogan ya li ser Eyn Îsayê têkbir

Şervanên QSD’ê hewldanên êrişkirinê yên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser gundê Sigîro yê Eyn Îsayê pûçkir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li ser hewldana çeteyên dewleta Tirk a ketina gundê Sigîro yê Eyn Îsayê daxuyaniyek da.

Daxuyanî wiha ye:

"Hêzên me bersiva êrişên çeteyên dagirkeriya Tirk ên li ser gundê Sigîro yê rojhilatê Eyn Îsayê têk birin û gelek kuştiyên çeteyan çêbûn.

Çeteyên dagirkeriya Tirk îro duşemê 6'ê Kanûnê saet 19:00'an ê vê êvarî hewl dan têkevin gundê Sigîro. Hêzên me bersiva wan da û gelek çetehatin kuştin û yên din neçar man ku birevin.

Piştî têkçûna vê hewldanê, çeteyan gund bi çekên giran topbaran kirin da ku cenazeyên kuştiyên xwe bibin.”

Navenda Ragihandina QSD'ê wê piştre agahiyên berfireh li ser vê yekê parve bike.