QSD'ê hewldana çeteyan têk bir

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ragihand ku li Dêrazorê hewldaneke çeteyên hikumeta Şamê têk birine.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin: "Komeke çete ya ku ji aliyê saziyên ewlehiyê yên girêdayî rejîma Sûriyeyê ve tê destekkirin hewl da çemê Firatê derbas bikin û derbasî bajarokên Zîban, Kemşe û Şefayê bibin. Hêzên me hewldan têk bir û çete neçar kirin û ber bi aliyê din ê çem ve vekişin. Di encama bersivdayîna hewldanê de hejmarek kuştî û birîndarên çeteyan çêbûn.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk dê mîsyona xwe ya parastina ewlehiya herêmê û bersivdayîna tevahî êrişên li ser şervan û şêniyên herêmê bidominin."