QSD'ê gundekî din rizgar kir

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSDI gundê Hawî El Sûsê yê nêzî bajarokê El Sûsê ji çeteyên DAÎŞ'ê rizgar kirin.

Şervanên QSD'ê roja 10'ê Îlonê dest bi qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê kirin û berê xwe dane bajarê Hecînê ji bo ji DAÎŞ'ê rizgar bikin.

Hêzên QSD'ê roja Duşemê ketin nava bajarokê El Sûsê. Şervanan gundê Hawî El Sûsê yê nêzî bajarok rizgar kirin.

Di daxuyaniya QSD'ê de hate gotin, "Hêzên me ev du roj in li nava bajarokê El Sûsê ne. Di navbera hêzên me û terorîstên DAÎŞ'ê de şerekî girand iqewime. Di vî şerî de derbên giran li terorîstan tên xistin û hêzên me her bi pêş ve diçin. Gundê Hawî El Sûsê yê li nêzî bajarok e, hate rizgarkirin."

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, "Hêzên me ketine nava gelek taxên bajarok û dibe ku di demeke nêz de bajarok were azadkirin."