QSD’ê depoyek din a çekên çeteyên DAÎŞ’ê desteser kir

QSD’ê depoyek din a çekan û cebilxaneyan a ayîdê çeteyên DAÎŞ’ê desteser kir.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê ragihand ku li gundê Qîrewan ê navçeya Til Hemîsê ya kantona Qamişloyê depoyek din a çek û cebilxaneyan a çeteyên DAÎŞʹê desteser kir.

Berfirehiya daxuyaniyê wiha ye:

“Hêzên me, Hêzên Sûriya Demokratîk, li herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê operasyonên leşkerî li dijî şaneyên rêxistina terorîst a DAÎŞ’ê didomînin, baregeh û nuqteyên veşartî yên şaneyan hildiweşîne û endamên şaneyan digirin.

Di çarçoveya operasyonên ewlehiyê yên berdewama Operasyona ʹBirûska Cizîrêʹ de, hêzên me îro (Duşemê) li gundê Qîrewan ê girêdayê bajarokê Til Hemîsê depoyeke çekan desteser kir. Di vê depoyê de mîktarek mezin a madeyên teqemeniyê, mayîn û cebilxane û hejmarek çek hatin dîtin.

Ji made û alavên ku ji aliyê hêzên me ve hatin desteserkirin; mayînên ku ji bo teqînan hatibûn amadekirin hebûn ku terorîstan di dema êrîşên xwe yên xwekujî de li xwe dipêçandin. Her wiha mîktarek mezin a bombeyên eyarkirî hatin dîtin ku terorîst ji bo teqandina cihên giştî bi kar tînin. Madeya C-4 jî hate dîtin ku terorîst di çêkirina teqemeniyan de bi kar tînin. Di depoyê de telefonên destan ên ji bo teqandina bombeyan ji dûr ve, mayînên taybet ji bo teqandina erebeyan, mîktarek cebilxane, hejmarek çekên kalaşnîkov, rextên leşkerî, çente û pêwîstiyên din ên leşkerî hebûn.

Ev cara duyemîn e ku hêzên me li gundê Qîrewan depoyên çek, cebilxane û alavên leşkerî desteser dikin. Beriya derdora du mehan hêzên me li heman gundî mîktarek mezin a çek, cebilxane û madeyên teqîner desteser kirin. Hêzên di dema Operasyona Birûska Cizîrê de li vî gundî 3 terorîst girtin. Her sê terorîst di êrîşa destpêka sala borî ya li ser girtîgeha Sînaa ya bajarê Hesekê de cih girtibûn. Ev êrîş ji aliyê hêzên me ve hat têkbirin. Ev depo ji bo amadekarina erebeyên bombebarkirî jî dihat bikaranîn. Terorîsan li vî cihî du erebeyên bombekirî amade kiribû û di destpêka êrîşa li ser girtîgeha Sînaayê teqandin.”