QSD’ê bîlançoya êrîşên du rojên dawî eşkere kir

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bîlançoya êrîşên du rojên dawî yên dewleta Tirk û çeteyên wê ragihand. QSD’ê diyar kir ku li herêmê êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên wê didomin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyeke nivîskî bîlançoya êrîşên du rojên dawî yên li dijî Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê eşkere kir.

Di daxuyaniya QSD’ê de wiha tê gotin;

“Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrîşên xwe yên bi çekên giran û balafirên bêmirov didomînin. Di van êrîşan de herêmên sivîl tên hedefgirtin û ziyanên maddî digihîjin welatiyên sîvîl.

SERÊKANIYÊ

Komên çete bi çekên giran, tank û obusan êrîş birin ser gundên Til Hermil, Im el-Işba, Til Mihemed û El Rabîat yên li xeta Serêknaiyê û Til Temir û hewl dan di bejahî de pêş de werin. Di encama êrîşan de 3 sivîl birîndar bûn.

EYN ÎSA

Komên çete yên ser be artêşa dagirker ve bi çekên giran, tank, obus û hawanan êrîş birin ser gundên Gabar, Kefîfa û Xirbit Faris. Artêşa dagirker bi van êrîşan hewl da herêmên dagirkeriyê berfireh bike. Êrîş bûn sedem ku di zevî û milkên welatiyên sîvîl de ziyanên madî çêbibin. Her wiha artêşa Tirk a dagirker li herêma Eyn Îsa bi balafirên bêmirov çeperên hêzên me û herêmên sivîl bomberan kirin.

Bi giştî, di encama bombebaran û topbaranên artêşa dagirker de hevalekî me birîndar bû.”