QSD’ê bilançoya 3 rojên dawî eşkere kir

Navenda Ragihadinê ya QSD’ê bîlançoya êrîşên 3 rojên dawî yên dewleta Tirk û çeteyên wê ragihand. QSD’ê diyar kir ku li herêmê tevgera balafirên keşfê didomin û li gelek qadan jîngehên sivîlan hedef digrin.

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bîlançoya êrîşên 3 rojên dawî yên li dijî Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuniyeke nivîskî ragihand.

Di daxuyaniya QSD’ê de ev tişt hate gotin;

“Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên bi ser ve, di van 3 rojên dawî de êrîş û tevgerên dagirkeriyê didomandin. Artêşa dagirker, li seranserê sînor û li ser herêmê bi balafirên bêmirov faaliyetên keşifê li dar dixe û li gelek qadan herêmên sivîl hedef digrin.

EBÛ RESEN

Komên çete bi obus û hawanan êrîşê gundê Til Werid kirin.

TIL TEMIR

Komên çete ji gundên Amriyê,Erbeîn û Ing Elhewa êrîşê çeperên şervanên Meclîsa Leşkerî ya Suryanî kirin. Di çarçoveya parastina rewa de şervanan bersivê êrîşan dan û di encamê de 2 çeteyên dagirker hatin kuştin.

EYN ÎSA

Komên çete bi obus û hawanan bi dijwarî êrîşê gundên Qiz Elî, Sewame, Xifiyê, Dibis û Xirbit Faris kirin her wiha artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji bejahî ve jî xwestin xwe nêzîkê hinek herêman bikin ji bo ku dagirker bikin. Di encama van êrîşan de şervanên me di çarçoveya parastinê de li dijî van êrîşan sekinîn.

Di encam van êrîşên ku artêşa dagirker li dar xistiye de 2 hevalên me şehîd bûne û 3 hevalên me jî birîndar bûne.”