QSD’ê bîlançoya 2 rojan eşkere kir

Navenda Çapemeniyê ya QSD’ê di Pêngava Bagera Cizirê de bîlançoya operasyona li rojhilatê Firatê eşkere kir. Li gorî daxuyaniyê 41 çete hatine kuştin.

QSD’ê du roj berê li rojhilatê Firatê li herêma Dêrazorê operasyonek dabû destpêkirin.

QSD’ê îro bi daxuyaniyekê bîlançoya 2 rojên dawîn a Pêngava Bagera Cizîrê eşkere kir.

Daxuyaniya QSD’ê wiha ye:

"Li aliyê rojhilatê gundê El-Baxoza Jorîn, hêzên me di 10`ê Îlona 2018`an de 3 kîlometre pêşde çûn. Şer sîng bi sîng di navbera wan û çeteyan de derket. Di encama wê de çeteyan gelek zerar dît û 10 nuqteyên bicihbûna çeteyan hatin rizgarkirin. Her wiha hêzên me di roja duyemîn de kîlometreyekê pêşde çûn û 7 nuqte ji çeteyan rizgar kirin.

Di wî şerî de balafirên koalîsyonê 3 caran çete kirin hedef.

Di şerê vî baskî de, 4 şervanên me birîndar bûn û me ew ji bo tedawiyê rakirin nexweşxaneyê. Her wiha mayinek bi buldozereke hezên me ve teqiya û tenê zerarên maddî çêbûn.

Eniya El-Kesra: Hêzên me li gelek aliyan pêşve çûn. Di roja yekem û duyemîn de 6 kîlometre bi pêş ve çûn. 10 nuqteyên çeteyan hatin rizgarkirin. Li wê derê şerê giran ê rû bi rû di navbera hêzên me û çeteyan de çêbû. Her wiha balafirên koalîsyonê 7 caran li çeteyan da.

Yek ji fermandarên hêzên me tekez kir ku hêzên wan di wî şerî de 41 çete kuştin, gelek alavên leşkerî, cebilxane û wesayîtên çeteyan rûxandine. Her wiha 6 şervan jî şehîd bûn.

Heta niha li wê derê şerekî dijwar didome û çete bi hemû hêza xwe hewl didin pêşveçûna hêzên me asteng bikin.ʺ