QSD’ê bi operasyonekê 3 DAÎŞ’î girtin

QSD`ê bi operasyonekê li gundewarên Dêra zorê 3 çeteyên DAÎŞ`ê tevî çetên wan girtin.

Navenda Ragihandinê ya QSD`ê li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyek da û ragihand ku hêzên QSD`ê bi hevkariya Koalîsyona Navneteweyî îro li dijî şaneyeke çeteyên DAÎŞ`ê operasyonek lidar xist.

QSD`ê ragihand ku operasyon li nêzî gundê Têb El-Fal ê Dêra Zorê hatiye lidarxistin û di encamê de 3 çeteyên DAÎŞ’ê tevî çek û cebilxaneyên wan girtine.

Duh jî hêzên Yekîneya Antîterorê (YAT) li gundewarên bajarê Hesekê serçeteyekî DAÎŞ`ê yê bi navê A.C. ku berpirsê bûyerên kuştinê û hedefgirtina fermandarên QSD`ê bû, girtibû.