QSD'ê bersiv da UNICEF'ê

Hezên Sûriyeya Demokratîk (QSD) di mijara zarokên DAÎŞ'î de yên li navendên rehabîlîtasyonê bersiv da UNICEF'ê û diyar kir ku ew bi peymanên parastina zarokan ve girêdayî ne.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) daxuyaniyek da û tê de bersiva daxuyaniya UNICEF'ê ya têkildarî rewşa zarokên "Eşbal El-Xelîfê" da.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"QSD`ê daxuyaniya UNICEF`ê ya di dîroka 25`ê Çileya 2022`yan de têkildarî rewşa zarokên di operasyonên li dijî DAIŞ`ê de hatine girtin û bi navê "Eşbal El-Xîlafê" tê naskirin, wergirt. Fermandariya Giştî ya QSD`ê daxuyaniyê pêwazî dike û di heman demê de destnîşan dike ku divê rêzerastiyên li jêr neyên paşguhkirin:

QSD`ê wek vebijareke demkî neçar ma wan zarokan bigire, da ku wan biparêze û di heman demê de civakê ji wan biparêze. Ev tedbîrên demkî ne heta ku çareseriyên guncew bibîne.

Zarokên "Eşbal El-Xîlafê" ji çeteyan hatine cudakirin û hucreyên wan ên taybet hene. Ev yek li gorî perspektîfên NY`yê pêk hat. Hêzên me lîste tevî hûrguliyên têkildarî wan zarokan şandin. Li ser wê yekê, hêzên me derfet da gelek rêxistinên mirovî ku destekê bide wan zarokan û bernameyan ji wan re deyne, da ku wan ji nû ve perwerde bike.

Hêzên me di radeya yekemîn de mîna ku bûne qurban bi wan zarokan re mijûl bû. Em pabendî lihevkirinên parastina zarokan in. Ruxmî ku ew zarok di perwerdeyên leşkerî û îdeolojiya tundraw re derbas bûne, hêzên me di Gulana 2021`an de, gelek tedbîrên taybet li gorî pîvanên navneteweyî yên ji bo parastina zarokan li dijî wan zarokan girtin.

Gelek caran me bang li NY û civata navneteweyî kir ku berpirsyariyên xwe têkildarî vê mijarê bînin cih û çareseriyên rastîn jê re peyda bikin. Van zarokan vegerînin welatên wan da ku ji nû ve perwerde bikin û tev li civakê bibin, ji bo ku jiyaneke asayî ya zarokan bijîn. Her wiha hêzên me bang li civata navneteweyî û rêxistinên mirovî kir ku desteka pêwîst ji Rêveberiya Xweser re pêşkêş bikin, da ku navendan ji bo ji nû ve perwerdekirina zarokên sûrî û yên biyanî ava bikin û wan vegerînin welatên wan. Lê heta niha ev bangewazî bê bersiv mane.

Di vê çarçoveyê de Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelek zarokên DAIŞ`ê radestî welatên wan kirin.

NY û piraniya dewletên endam di sêrî de welatên ku hemwelatiyên wan di nav DAIŞ`ê de hene, ev dosya paşguh kir û sozên ku dane pêk neanîn. Rêveberiya Xweser bi tenê hiştin ku barê meşandina têkoşîna li dijî DAIŞ`ê rake.

Li ser van rêzerastiyên li jor, QSD`ê bang li NY`yê dike ku bi awayekî cidî û çalak welatên ku hemwelatiyên wan di nav DAIŞ`ê de hene, bibin. Bi lez jinan û zarokên DAIŞ`ê bibin. Her wiha bang li UNICEF`ê û rêxistinên mirovî dike ku destekê ji Rêveberiya Xweser re pêşkêş bikin, da ku navendên ji nû ve perwerdeyê li gorî pîvanên mirovî dûrî girtîgehan ava bikin."