QSD'ê bermahiya cebilxaneyên DAÎŞ’ê îmha kir

QSD'ê ragihand ku wan bermahiyên şer ên ku ji ber çeteyên DAÎŞ'ê mabûn, îmha kirine.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) li ser hesabê xwe yê twîtterê ragihand ku wan li gel hêzên Koalîsyona Navneteweyî operasyonek pêk anîne û bi tevkariya rêxistina RMCO ya Koalîsyona Navneteweyî mayin û cebilxaneyên ji ber çeteyên DAIŞ’ê mabûn, îmha kirine.

QSD`ê her wiha got: “Ev bermahî ji madeyên kîmyewî pêk tên ku DAIŞ’ê di êrişên xwe yên li dijî Kobanê yên Îlona 2014’an de bi kar anîbû."