Fermandariya Giştî ya QSD’ê li ser êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên demê dawî li ser herêmên Rojava, Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê û Garê kir ku bibin xwedî helwest.
Fermandariyê ev agahî da: “Di rojên dawî de dewleta Tirk a dagirker êrîşên xwe yên li ser Bakurê Sûriye û Rojavayê Kurdistanê zêde kiriye. Hemwextî van êrîşan, dewleta dagirker li Başûrê Kurdistanê dest bi êrîşek nû li ser çiyayê Garê ya ser bi parêzgeha Dihokê ve kir. Ev êrîş ne li ser sînorê dewleta Tirk, lê di nîva xaka Başûrê Kurdistanê de pêk tê.
Gef û êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Rojava û Başûrê Kurdistanê gelê Kurd hemû dike armanc, her wiha aramî û îstîkrara herêmê têk dibe, ji bo xurtbûn û vejîna DAÎŞ’ê bingeh amade dike û têkoşîna li hember DAÎŞ’ê bi awayek neyînî bandor dike.
Gelê Kurd û gelên herêmê li hember dijminê mirovahiyê DAÎŞ’ê têkoşînek bêhempa meşandin û ev tekoşîn hîn jî berdewam e. Gavên dewleta Tirk ên dagirkeriyê, li dijî destkeftî û peşdeçûna gelên Ereb û Kurd û hemû gelên herêmê ne. Ji ber van sedeman, em wekî QSD êrîşên dewleta Tirk yên li ser Garê xeter dibînin û em diyar dikin heya niha helwesta me ya bi biryar a li dijî terora DAÎŞ’ê û dagirkeriya dewleta Tirk çawa bû, wê ji vir şûn de jî dewam bike.
Banga me ji bo hêzên hevpeymaniya navdewletî a li dijî DAÎŞ’ê û hemû hêzên pêwendîdar ew e ku li hember vê tevlîhevî û dagirkeriya ku dewleta Tirk pêk tîne bêdeng nemînin.”