QSD’ê bajarê Sekeniya rizgar kir

Şervanên QSD’ê Bajarê Sekeniya (Medîne Sekeniye) ya giredayî Qada Petrolê El Umer rizgar kirin.

Şervanên QSD’ê di çarçoveya Pêngava Bagera Cizîr a ji bo rizgarkirina bajrê Dêra Zorê û gundewarên wê Bajarê Sekeniya (Medîne Sekeniye) yê girêdayî Qada El Umer rizgarkirin. Şervanan îro di saetên nîvro de operasyonek li ser Bajarê Sekeniya pêk anîn. Li Bajarê Sekeniya di navbera şervananên QSD’ê û çeteyên DAIS’ê de şerekî dijwar qewimî.

Şervanên QSD’ê di encama şer û pêşveçûn de Bajarê Sekeniya rizgar kirin, 15 çete hat kuştin. Her wiha rêjeyek çek û cebilxaneyên çeteyan ji ketin destê şervanan.

Şervanên QSD di roja 22’yê Cotmehê de Qada petrolê yê El Umer ya Sûriyeyê ya herî mezin rizgar kiribûn.