QSD'ê 75  ji 100’î yên sûrên Reqayê kontrol kirin

Pêngava Rizgarkira Reqayê ku QSD'ê dabû destpêkirin didome. Şervanên QSD'ê ku ev 3 roj in li sûrên Reqayê şerê giran dikin, 75 ji 100’î yên sûran kontrol kirin. 

Şervanên QSD`ê xetên parastinê yên herî mezin û bihêz ên çeteyên DAIŞ`ê li eniya rojhilata bajarê Reqayê şikand , hezar û 800 metre  yên sûrên  dîrokî yên  Reqayê kontrol kirin.

Beşê dîrokî yên sûran di encama şerekî dijwar ê 3 rojan de hat kontrolkirin û şervanan ji bo ku ziyan negihe sûran çekên giran nexebitandin.

PÊŞVEÇÛNA ŞERVANAN A LI TAXA EL-REWDE DIDOME

Ji aliyekî din ve jî,  şervanên QSD`ê li taxa El-Rewde bi pêş ve diçin û depoyên genim ên bajêr jî,  ji nêz ve ji hêla şervanan ve têne dîtin.