QSD: Di şerê Eyn Îsa de 3 çete hatin kuştin, 7 jî birîndar bûn

QSD’ê têkildarî êrîşên dewleta Tirk a li ser Eyn Îsa, Girê Spî û gundewarên wê de, 3 çete hatin kuştin, 7 jî birîndar bûn.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê li ser êrîşên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ya li ser Eyn Îsa, Girê Spî û gundewarên wê daxuyaniyek da.

QSD’ê li ser êrîşan ev agahî dan:

“Dewleta Tirk a dagirker êrîşên xwe li ser gundewarê Eyn Îsa û gundên Girê Spî zêde kir. Di wan êrîşan de bi taybet gundên Huriyê , Xoşan, Xalidiyê, û rêka M4 hatin hatin hedefkirin. Şervanên me di çarçoveya parastina rewa de bersivê wan êrîşan dan. Di encama bersivdayinê de, li xeta Xoşan û Xalidiye şer qewimîn. Di wan şeran de 3 çete hatin kuştin, 7 çete jî brîndar bûn. Topbarana li ser herêmê berdewam dike.”