QSD: Di 24 saetên dawîn de 6 çete hatin kuştin

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bîlançoya şerê 24 seatên dawî ya qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ango ‘Şerê Tunekirina Terorê’ eşkere kir.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyeke nivîskî bîlançoya şerê 24 saetên dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê eşkere kir. QSD’ê diyar kir ku di şer de bi kêmanî 6 çete hatine kuştin, gelek çek û cebilxane hatine desteserkirin.

QSD’ê di daxuyanê de ev agahî parve kir;

ENIYA BAXOZ

Rêxistina terorîst a DAIŞ‘ê li eniya Baxozê bi çekên RPG, BKC, kalaşnîkov û sekvanan hewl dan êrîşî nuqteyên hêzên me bikin, hêzên me bersiv dan û hemû hewldan û êrîş têk birin.

Di şerê li vê eniyê de 6 terorîstên DAÎŞ‘ê hatin kuştin, 3 şervanên me birîndar bûn û gelek çekên terorîstan hatin desteserkirin.

Balefirên koalîsyonê li baregehên terorîstan dan. Di encamê de rêya di navbera gundê Murşidê û Sûsê de hate qutkirin, her wiha depoyeke cebilxane ya terorîstan hate teqandin.

Di encama teqîna mayînên ku terorîstan bi cih kiribûn şervanekî me şehîd ket û yek din jî birîndar bû.

BÎLANÇO

-6 terorîst hatin kuştin.

-Balefirên Koalîsyona li 6 cihan dan.

-Mayînek hate bê bandorkirin.

-Doçkayek, 2 kalaşnîkov, çekeke M16 û du telefonên bêtêll (Hytera) ketin destê şervanan.

-Depoyeke cebilxaneyê û 6 wesayîtên terorîstan hatin teqandin.

-Şervanekî me şehîd bû.