QSD: Di 24 saetên dawî de 14 çete hatin kuştin

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bîlançoya şerê 24 seatên dawî ya qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ango ‘Şerê Tunekirina Terorê’ eşkere kir.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyeke nivîskî bîlançoya şerê 24 saetên dawî ya qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ango ‘Şerê Tunekirina Terorê’ eşkere kir. QSD’ê ragihand ku pêşveçûna şervanan didome, nîvê gundê El-Sûsê hate rizgarkirin û 14 çete hatine kuştin.

QSD’ê di daxuyaniyê de ev agahî par ve kir;

ENIYA BAXOZ

Terorîstên DAIŞ‘ê hewl dan êrîşên nuqteyên şervanên me bikin, li ser vê yekê şerekî dijwar qewimî û hêzên me baregehên wan kirin hedef. Li vê eniyê şerên bi çekên BKC û RPG qewinîn. Niha bêdengî serwer e.

Şervanên me ji aliyan ve pêşde çû û 46 nuqte ava kirin.

Aliyê yekem 3 km, yê duyemîn 2 km û yê sêyemîn jî 2 km pêşde çûn.

Her çendî çeteyan hewl didan pêşveçûnên şervanan asteng bikin jî şervan bi pêş ve çûn û tuneleke terorîstan hate rûxandin.

Balefirên Koalîsyona Navdewletî baregehên çeteyan kirin hedef û 4 terorîst kuştin.

ENIYA SÛSÊ

Hêzên me li eniya Sûsê ji aliyekî ve pêşde diçin, li vir 17 nuqteyên nû hatin avakirin. Terorîstên DAIŞ’ê hewl dan bi riya erebeyên bombebarkirî pêşdeçûnên hêzên me asteng bikin, di encamê de 2 şervanên me gihiştin asta şehadetê û 3 jî birîndar bûn. Li ser vê yekê şervanên me hemû rêyên digihêjin herêmê qut kirin.

Di şer li derdora bajarokê Sûsê hêzên me êrîşî baregehên çeteyan ên di navenda bajarokê de kirin û bi wan re ketin nav şer.Şer ji saetên sibehê ve dest pê kir û heya niha jî didome, şervanên me bi pêş de diçin û derbe li terorîstan didin. Hêzên me li vir nîvê bajarokê rizgarkirin.

Li derdora gundê Mozan (Sefatina) sekvanên me li terorîstekî da yê ku dixwest bi wesayîteke bombebarkirî xwe di nava şervanan de biteqîne.  Ev terorîst hate kuştin û wesayît hate desteserkirin.

ENIYA HECÎN

Di encama bahoza tav û birûkê ku şevê din li herêmê rabibû 3 mayînên ku terorîstan li derdora baregehên hêzên me bi cih kiribûn teqiyan. Tiştek bi hêzên me nehatin.

ENIYA BEHRA

Terorîstên DAÎŞ‘ê du fûzeyên germê avêtin erebeyeke me ya doçkayê, di encamê de ziyan gihiştin erebeyê, lê ti ziyan negihiştin şervanan. Terorîstan paşê jî navendên me topbaran kirin.

Tevgera dijmin li vê eniyê hate dîtin, şervanên me ew kirin hedef, her wiha balafirên Koalîsyona Navdewletî li du baregehên wan dan.

Yekîneyên taybet ên hêzên me bi armanca ewlehiya gundên rizgarkirî û paqijkirina gundan ji bermahiyên DAIŞ‘ê, li derdora gundê Cirdî yê li beramberî gundê Ebû Hemam ê nêzî bajaroka Behrayê gelek mayîn û teqemeniyên DAIŞ‘ê bêbandor kirin.

Teqemeniyên hatin bêbandorkirin ji gelek cureyên mayîna pêk dihatin. Di dema tozê de li riyên sereke yên ku şêniyan danîbûn da ku di nav sivîlan te biteqe.

BÎLANÇO

-Balafirên Koalîsyonê li 7 cihan dan.

-63 nuqte hatin avakirin.

-14 terorîst hatin kuştin.

- 3 avahî, tunelek û bûldozereke terorîstan hatin teqandin.

-2 şervanên me şehîd bûn û 3 jî birîndar bûn."