QSD: Di 12'ê Cotmehê de bi giştî 87 dagirker hatin kuştin -NÛ BÛ

Navenda Ragihandinê ya QSD'ê diyar kir ku di 12'ê Cotmehê de li eniyên Serêkaniyê, Girê Spî, Amûdê, Qamişlo û Dêrikê bi giştî 87 dagirkerên dewleta Tirk hatine kuştin.

Navenda Ragihandinê ya QSD'ê bi daxuyaniyekê encamên êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên 12'ê Cotmehê eşkere kir.

Daxuyanî wiha ye:

SERÊKANIYÊ

"Ji seetên sibehê zû ve artêşa dagirker bi alikariya balefir û topan êrîşî Zorava û taxa Sina’a kir. Di dibistana destpêka bajar de şer derket û bi bersivdayîna şervanên me ew êrîş hat şikandin. 

Hewldana artêşa dagirker a ketina taxê rojavayê bajar û qutkirina rêya Til Temir hat şikandin.

Herwiha li seransê bajar giştî bi topan û balefirên şer li êrîş pêk tên. Di encama şer de 78 çeteyên artêşa dagirker hatin kuştin û 29 birîndar bûn, 7 BMB û 2 wesayîtên doçka hatin rûxandin.

Di van pevçûnan de 22 şervanên me şehîd ketin, 34 şervanên me brîndar bûn.

AMÛDÊ:

Artêşa dagirker bajarê Dirbêsiyê topebaran kir. Şer di navbera şervanên me û çeteyan de çê bû û di encamê de 5 çeteyên dagirkerhatin kuştin û 3 birîndar bûn .

QAMIŞLO:

Di roja 4’em de seranserê bajar hate topbarankirin. Di encama êrîşan de li parka gel sîvîlek şehîd ket.

DÊRIK:

Di encama bersivdana hevalên me de li gundê Babîl sîlahek giran hate rûxandin. Herwiha di encama êrişên artêşa dagirker de sîvîlek jiyana xwe ji dest da.

HESEKÊ:

Hewildanên şaneyên veşartî bi êrîşa dagirkeriyê re zêdebû û wesayîtek bombebarkirî li kêleka deriye girtîgeha çeteyên DAIŞ ya li taxa Xuwêran xwe teqand.

KOBANÊ:

Li ser êrişeke ji baregehek dijmin, şervanên me bi çalakiyek baregeha li hember Qultepe rûxandin.Li gundê Recm el-Hîlwa şervanek me brîndar bû.

GIRÊ SPÎ:

2 gund ji dagirkeriya çeteyan hate rizgarkirin. Heman deme bê navber bi hevkariya balefirên keşfê, top û balefirên şer navenda bajar û dewrûber bi giştî tê bombbaran kirin. Şer û pevçûn li seranser bajar berdewame. Di 11 mehê de 6 hevrêyên me di encama êrişek hewayî de şehîd ketin. Çeteyan li ser rêya navdewletî Hevrîn Xelef û hevalek wê şehîd xistin. Li ser bersivdana hêzên me herêm ji çeteyan hate paqijkirin. Herwiha li her dû aliyên bajar, di çalakiyên hêzên me de 3 çete, di encama çalakiyek sekvanî de jî leşkerek hatin kuştin. Di encama êrîşa hewayî ya li ser Mebrûka de 3 endamên asayîşê şehîd ketin, endamek brîndar bû û bi 3 endamên din re jî pêwendiya me qut bû. Dîsa di encama êrîşa hewayî de endamek asayîşê şehîd ket.

Bi giştî di şerê berxwedanê de 87 çete hatin kuştin û 32 çete brîndar bûn

31 şervanên me şehîd ketin û 36 şervanên me jî brîndar bûn.

Herwiha 4 sîvîlên ku Hevrîn Xelef jî di nav de ye şehîd ketin."