QSD: Dewleta Tirk êrişî Til Temir û Zirganê kir, jê nehat ku bi pêş ve biçe

QSD'ê ragihand ku dewleta Tirk êriş biriye ser gundên Til Temirê û bajarokê Zirganê û got, "Jê nehat ku bi pêş ve biçe."

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD'ê li ser êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser Til Temirê û Zirganê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê 10 rojên dawî êrişên xwe zêde kirin. Dewleta Tirk û çeteyên wê îro topbaran li gundên Xirbet Şeîr, Bab El Xêr, Niwîhat, El Ebûş, Til El Werid, rêya bejahî ya M4 û derdora bajarokê Zirganê kir. Ji ber van êrişan xisar li cih û warê sivîlan bû."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku dewleta Tirk û çeteyên wê nekarî bi pêş ve biçe û rewşa li qadê weke berê ye.