QSD: Dagirkeran bombe li 90 gund û bajarokî barandin
QSD'ê ragihand ku dewleta Tirk a dagirker di şeva 26'ê Mijdarê û roja 27'ê Mijdarê de bi balafirên şer, top û tankan bombe li zêdeyî 90 gund û bajarokî barandiye.
QSD'ê ragihand ku dewleta Tirk a dagirker di şeva 26'ê Mijdarê û roja 27'ê Mijdarê de bi balafirên şer, top û tankan bombe li zêdeyî 90 gund û bajarokî barandiye.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bîlançoya êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên 27'ê Mijdarê eşkere kir.
Di daxuyaniyê de hate gotin, "Di roja heştemîn a êrîşên dewleta Tirk a dagirker de yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, zêdetirî 90 gund û bajarok ji aliyê balafirên şer, top û tankan ve hatin bombebarankirin.
Ev êrîş, zîhniyeta hovane ya dagirkeriya Tirk di hedefgirtina herêmê û jiyana bi milyonan şêniyên wê yên resen û koçberên ji herêmên din ên Sûriyeyê yên ku ewlekarî û aştî li herêmên me dîtine, bi awayekî ku rûmet û nasnameya xwe diparêzin, piştrast dike."
Li gorî daxuyaniyê bîlançoya êrîşên şeva 26'ê Mijdarê û roja 27'ê Mijdarê wiha ye:
26'ê Mijdarê
HERÊMA CIZÎRÊ
Til Temir:
"Gundên Ebûş, Şêx Elî, Dirdara, Gozeliye û Til Leben bi 10 obusan hatin topbarankirin.
HERÊMA FIRATÊ
Kobanê:
Gundên Goran, Xan, Zorava, Zormexar, Bûban û Siftek bi 12 obusan hatin topbaran kirin herwiha bi doçkayan hatin gullebaran kirin.
Girê Sipî:
Gundên Til Xan, Ebû Nîtona û Girê Qertel bi obus û hawanan hatin topbaran kirin herwiha bi doçkayan hatin gullebaran kirin.
Eyn Îsa:
Gundên Fatisa, Girêha û nêzî saumayên Eyn Îsa bi 3 obus û 3 hawanan hatin topbaran kirin.
Minbic:
Gundên Qirt Wêran, Korheyuk, Kawiklî, Cat, Ewn Dadat û Hoşeriyê bi 7 obus û 14 hawanan hatin topbaran kirin.
Tirwaziyê:
Bejahiya bajaroka Qenterî bi 15 obusan hat topbaran kirin.
27'ê Mijdarê:
HERÊMA EFRÎNÊ
Balafirgeha Minnix û gundên Malikiye, Merenaz û Şewarqa bi balafirên şer hatin bombebaran kirin.
Gundê Şêx Îsa bi balafirê keşfê hat bombebaran kirin.
Gundên Zîwan, Xirbet El Şealê, Eyn Deqnê, Bêlluniye, Şêx Îsa, Werdiye, Til Madiq, Girê Meyasê, Girê Bênê, Bênê, Soxanekê, Şewarqa, Merenaz, Elqemiye, Tatmaraş, Malikiye, Aqibê, Ziyaretê û Tinnib bi 396 obus, 96 hawan û gulleyên bombeavêjê hatin topbaran kirin. Di encama van topbaranan de li gundê Aqibê zarokek 9 salî birîndar bû. Li gundê Tinnibê jî 3 leşkerên hikumeta Şamê jiyana xwe ji dest dan.
HERÊMA CIZÎRÊ
Til Temir:
Gundên Gozeliyê, Til Leben, Til Tewil
Zirgan:
Gundên Bobî, Noweth, Rabîat û bajaroka Zirganê bi 37 obusan hatin topbaran kirin herwiha bi doçkayan hatin gullebaran kirin.
Balafiren keşfê bajaroka Zirganê 3 caran bombebaran kirin.
Li hember van êrişan hêzên me qaîdeyên Bab El Xêr, Ebdilhey û Hemdûş bi katyuşa û hawanan topbaran kirin.
HERÊMA FIRATÊ
Kobanê:
Gundên Xerîb, Qeremox, Cîşan, Xirbîsan, Goran Xan, Gulteb, Korê, Zormexar, Diqdiqan, Ziyaret, Çarixlî, Kaniya Kurda, Çemê Firatê û bajaroka Şiyux Foqanî bi 17 obus, 3 hawan û 7 gulleyên tankê ve hatin topbaran kirin. Di encama van topbaranan de li gundê Zormexar zarokek birîndar bû.
Girê Sipî:
Gundên Huşan, Dibis, Seyda, Ebû Nîtona, Kor Hesen, Silêybî, Erîda, Zennûbya û qampa Eyn Îsa bi obus û hawanan hatin topbaran kirin.
Eyn Îsa:
Rojhilatê bajar hat topbaran kirin.
Minbic:
Gundên Elcamusiyê, Hoşeriyê, El Dendeniya, Korheyuk û El Kewadir bi 16 hawanan hatin topbaran kirin.
Tirwaziyê:
Qesra Esma bi obusan hat topbaran kirin."