QSD: Dagirker bi çekên giran û balafiran êrîşên xwe didomînin

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bîlançoya êrîşên du rojên dawî yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê eşkere kir. QSD’ê diyar kir ku artêşa Tirk û çeteyên wê bi çekên giran êrîş dike.

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bi daxuyaniyeke nivîskî encamên şer û berxwedana roja 62 û 63’an eşkere kir.

Daxuyaniya QSD’ê wiha ye;

“Artêşa dagirker û çeteyên wê, di roja 62 û 63’emîn ên êrîşên dagirkeriyê li ser rojavayê Kurdistan û bakûrê Sûriyê de li seranserê herêmê liv û tevgera xwe domandin; li gelek qadan tevgera balafirên bê mirov berdewam bû û cîh bi cîh herêmên sîvîl bi dijwarî tên topbarankirin.

TIL TEMIR

Artêşa dagirker di her dû rojan de bi sedan çeteyên xwe anî herêmê û dest bi amadekariya êrîşên nû kirin. Artêşa dagirker li derdorê gundê Ûm el-Kêf topbaran pêk anî û di encam de ziyanên maddî gihîşte baxçeyên sîvîlan. Artêşa dagirker her wiha bi balafirên bê mirov û çekên giran herêma gundê Til el-Werid bombebaran kir.

EYN ÎSA

Artêşa dagirker li gundên Kendalê û Çelebê yên ser bi herêma Qizelî bi çekên giran êrîş bir ser herêmên sîvîl. Herwiha malên gundiyan ên li gundên Erîda û Xirbet Faris rasterast ji alî artêşa dagirker ve hatin hedef kirin.

Di encama êrîşên artêşa dagirker ên bi balafirên bê mirov hevalekî me şehîd bû.”