QSD: Berpirsê mayîn û sûîkastan ên çeteyên DAÎŞ’ê hate girtin

QSD’ê diyar kir ku wan li Hesekê di operasyonan de berpirsê mayîn û sûîkastan ên DAÎŞ’ê girtine.

Derbarê girtina berpirsê mayîn û sûîkastan ê DAÎŞ’ê Navenda Çapemeniyê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) got "Yekîneyên taybet ên QSD’ê bi piştevaniya Koalîsyona Navneteweyî çeteyekî şaneya terorîst girt. Ew çete berpirsê sûîkast û danîna mayînan e.”

Navenda eşkere kir ku ew çete li bakurê bajarokê Mergede yê başûrê Hesekê hat girtin, çek, belge û alavên teknîkê yên li gel wî çeteyî hatine desteserkirin.