QSD: Berpirsê DAIŞ’ê Mihemed Abd El Cewad hate girtin

Navenda Ragihandina QSD’ê ragihand ku serçeteyê DAIŞ’ê Mihemed Abd El Cewad ji aliyê hêzên wan ve hatiye girtin.

Navenda Ragihandina QSD’ê daxuyaniyek nivîskî da û diyar kir ku serçeteyê DAIŞ’ê Mihemed Abd El Cewad ji aliyê hêzên wan ve hatiye girtin.

Daxuyaniya QSD’ê wiha ye:

"Hêzên me di encama operasyoneke leşkerî de bi beşdariya hêzên Koalîsyona Navneteweyî, terorîstê bi navê Mihemed Ebd Elcewad ku wek Reşîd tê naskirin, girt. Terorîst Mihemed Elcewad berpirsê yekem ê operasyona terorîstî ya ku hatibû plankirin ji bo êrîşkirina ser zîndana Xwêran a ku endamên terorîstên DAIŞ’ê tê de ne. Her wiha di plansaziya êrîşê de peydakirina çek, alav û xwekujan ji bo lêdana girtîgehê, bi beşdariya 14 xwekuj û 2 otombîlên bombebarkirî amade kiribû.

Terorîstê bi nasnav Reşîd bi tevlêbûna xwe ya nava hêzên Cebhet  El Nusra di destpêka sala 2013’an û pişt re jî tevlêbûna xwe ya nava terorîstên DAIŞ’ê tê naskirin. Her wiha ew kes serkêşiya tabûra tankan û çêkên giran di sala 2014’an de beşdarî êrîşa li ser Kobanê bûbû, di heman demê de jî beşdarî di dehan şerên ku DAIŞ’ê li giştî Sûriyê û li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dimeşand, bûye û ev kes wek kesên ku herî zêde destê wî di xwîna sivîl û leşkeran de bûye, tê naskirin.

Piştî çavdêriyeke demdirêj ji aliyê Tîmên Operasyonen Leşkerî ve di meha Mijdarê de bi operasyoneke taybet hate girtin û hemû planên ku zindana Xwêran û aramiya gelê me li Hesekê armanc digirt, hatin têkbirin. Vî kesî bajarê Reqa wek navendeke tevgerên xwe bi kar dianî, her wiha bi rêbazên kamuflajê yên veşartî û bikaranîna erebeyek zer, tevgera xwe dikir.

Beriya vê dîrokê, hêzên me û bi beşdariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn karîbûn şaneyê bigirin, lê belê berpirsê şaneyê Reşîd nehatibû girtin û di encama çalakiya duyemîn de terorîst Reşîd jî hate girtin.

Bi vî awayî plangeriyek qirêjî ku li ser heremê dihat plankirin, hat têkbirin. Li hember DAIŞ û hemû cureyên êrîşên terorî hêza me bi serkeftî karê xwe dimeşîne."