QSD: Şervanê me Akîf Dirbêsiyê şehîd bû
QSD'ê got, "Akîf Dirbêsiyê ku heta kêliya dawî bi lehengî şer kir, şehîd bû."
QSD'ê got, "Akîf Dirbêsiyê ku heta kêliya dawî bi lehengî şer kir, şehîd bû."
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê nasnameya şehîd Akif Dibêsiyê aşkera kir ku di 5`ê Kanûnê de li Dêrazorê şehîd bûye.
Navenda Ragihandinê di daxuyaniya xwe de wiha nivisî: “Şehîd Akif tev li piraniya pêngavên leşkerî yên li dijî DAIŞ`ê û êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bûye. Mînakê şervanê fedekar û berxwedêr e. Tu carî gav paşde neavêt. Li eniyan jêhatîbûna xwe nîşan da.”
Di berdewama daxuyaniyê de navendê got: “Em sersaxî didin malbata şehîd Akif û tevahî malbatên şehîdan. Em soz didin ku armanc û hêviyên wî pêk bînin. Em ê tola wan ji kujeran hildin.”
Agahiyên li ser nasnameya şehîd wiha ne:
Nasnav: Akîf Dibêsiyê
Nav û paşnav: Ziyad Şêxo
Navê dayîkê: Fatme Êhmo
Navê bav: Dawûd
Cih û dîroka jidayîkbûnê: Dirbêsiyê sala 1984`an
Cih û dîroka şehadetê: Dêrazor 5`ê Kanûnê