QSD: Îdîayên dewleta Tirk nerast in

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ragihand ku îdîayên dewleta Tirk ên dibêjin, 3 şervanên QSD'ê dema hewl didan derbasî qadên dagirkirî bibin şehîd bûne, nerast in.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD'ê ya li ser mijarê wiha ye:

"Roja 21'ê Sibatê, Wezareta Parastinê ya dewleta Tirk a dagirker di hesabên xwe yên fermî de nûçeyek nû belav kir. Li gorî vê nûçeyê, 3 şervanên me hewl dane derbasê herêmên di bin dagirkeriya wan de bibin û hatine şehîd xistin. Ev agahî ne rast in, tu tevgera hêzên me di wan herêman de nîn e. Dewleta dagirker ku di êrişên xwe yên li hember axa Rojavayê Kurdistanê û Bakûrê û Sûriyê de bi piranî kesên sivîl hedef digire, bi nûçeyên bi vê şeklî dixwaze rastiyê berovajî bike û şerê taybet dimeşîne. Pêwîst e gelên me û raya giştî li hember polîtîkaya şerê taybet bi hîşyarî tevbigerin."