QSD: Îdîayên dewleta Tirk ne rast in
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) dîaya dewleta Tirk ku dibêje 11 şervanên QSD'ê 'hatine kuştin' ne rast e.
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) dîaya dewleta Tirk ku dibêje 11 şervanên QSD'ê 'hatine kuştin' ne rast e.
QSD'ê li ser hesabê twitterê ev peyam da:
"Îdiayên Wezareta Berevaniyê ya dewleta Tirk a dagirker ku dibêje, 'roja 18’ê Kanûnê 7 û roja 20’ê Kanûnê jî 4 şervanên me hatine şehîdxistin', ne rast e. Tu tevgera hêzên me li herêmên navborî tune ye. Îdiayên bi vî şeklî di çarçoveya şerê taybet de tên kirin."