QSD: Êrîşên dagirkirinê ên li dijî sivîlan dewam dike

QSD’ê encamên êrîşên dagirkeriyê yên roja 77’an a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê eşkere kir. QSD’ê diyar kir ku topbarana li ser jîngehên sivîlan ziyanên didin mal û milkên welatiyên sivîl

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê bi daxuyaniyekê encamên roja 77’an a êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteye wê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand.

QSD’ê ev agahî da: “Artêşa dagirker a Tirk û komên çete yên bi ser ve, êrîş û binpêkirinên xwe yên bi armanca berfirehkirina dagirkeriya xwe û valakirina herêmên sîvîl berdewam kir.

SERÊKANIYÊ

Komên çete yên ser bi artêşa dagirker ve, li gundên Til Hirmil, Ûm Şeîfa, Ebdilhey û derdorên vê herêmê yên di xeta Til Temir û Serêkaniyê de êrîş pêk anîn. Komên çete herêmê bi dijwarî topbaran kirin û di encam de ziyanên madî gihîşt milkên welatiyên sîvîl.

EYN ÎSA

Artêşa dagirker a Tirk bi hawan û çekên giran êrîş birin ser herêmên sîvîl li gundên Xirbet Beqera, Erîdiyê û Genterî yên ser bi bajarokê Eyn Îsa ve. Di encama êrîşan de ziyanên madî çêbûn û hejmarek ji niştecihên herêmê neçarî koçberiyê bûn. Herwiha artêşa dagirker li gundê Xerîca bi konvoyek mezin teqwiye anî herêmê û li vir komên çete tevger û amadekariya xwe ya êrîşan zêde kirin.