QSD: Êrişên dagirkeriyê dewam dikin

QSD'ê ragihand ku êrişên dewleta Tirk û çeteyên wan ên li dijî gundên Serêkaniyê, Til Temirê, Eyn Îsayê û Kobanê dewam dikin.

Daxuyaniya QSD`ê wiha ye:

"Artêşa dagirker û komên çete li gelek herêman tevgera xwe ya dagirkeriyê dewam dike û êrişî hejmarek ji gundên li xeta Serêkaniyê, Til Temir, Eyn Îsa û Kobanê kir.

TIL TEMIR

Artêşa dagirker bi çekên giran û bi piştevaniya balafirên bêmirov êrişî qadên sîvîl ên li gundên Erîşa û Salihiyê kir. Di encama wê de ziyanên madî gihîştin gelek zevî û malên welatiyên sîvîl. Her wiha komên çete li derdora gundê Til Mihemed bi çekên giran êriş kir.

EBÛ RASÊN

Komên çete yên girêdayî artêşa dagirker bi çekên giran û hewanan êrişî herêmên sîvîl ên li derdora gundê Bab El-Ferec kir.

EYN ÎSA

Artêşa dagirker bi çekên giran herêmên sîvîl ên li derdora gundê Tîna bi dijwarî topbaran kir. Di encama wê de ziyanên madî gihîştin zevî û mal û milkên welatiyên sîvîl."