Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) têkildarê êrişên hewayî yên duh şev dewleta Tirk li ser Dêrikê pêkanî daxuyaniyek da.
Daxuyaniya QSD’ê bi vî rengî ye:
"Êrişên fireh ên çeteyên rêxistina DAÎŞ’ê ya terorîst li ser girtîgeha Hesekê, bi plan û destekdayîna dewleta Tirk a dagirker bû. Lê ew êriş ji hêla hêzên me ve û bi hişyarbûna gelê herêmê hatin têkbirin. Lê hêz û gelê me di salvegera rizgarkirina Kobanê ew êriş têk birin û derbeyeke duyemîn li dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê da.
Ji bo pêkanîna qezencan ji wan êrişan û da ku alozî li herêmên me pêk werin, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê hemwextî êrişên li ser girtîgeha Hesekê, êrişî Til Temir, Eyn Îsa û herêmên din kirin. Lê hêzên me ew êrişên dagirkeriyê jî têk birin.
Dewleta Tirk a dagirker tu armanc ji êrişên li ser Hesekê, Til Temir û Eyn Îsayê pêk neanîn, lê piştre Koalîsyona Navneteweyî asîman li pêş wê vekir. Di 1’ê Sibatê de, saet 10:00’an êvarê balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker stasyona kehrebê ya li Gir Kendal ê nêzî gundê Teqil Beqil ê Dêrika Hemko bombebaran kir. Di encamê de stasyonê hate rûxandin û 4 şervanên me ku parastina stasyonê dikirin şehîd bûn û 5 karkerên sivîl birîndar bûn.
Di vê êrişa hewayî ya dagirkeriyê de heval Siyamend Efrîn, Xemgîn Efrîn, Şiyar Kobanê û Mihyedîn Dêrik şehîd bûn.
Dewleta Tirk a dagirker dîmena oxirkirina cenazyên şehîdên me ku bi lehengî li dijî çeteyên rêxistina DAÎŞ’ê ya terorîst li Hesekê tehemûl nekir û her wiha hevgirtina girseya gel li dora şehîdan û doza xwe jî tehemûl nekir.
Eşkere ye ku êrişên dewleta Tirk a dagirker bêyî agahiya hêzên Koalîsyona Navneteweyî pêk nehatine, di encamê de welatî, gund, avahî û karker tên hedefgirtin. Bi wê yekê re dewleta Tirk a dagirker hewl dide ji bêdengiya hêzên Koalîsyona Navneteweyî êrişên xwe rewa bike.
Em QSD’ê li hember van êrişan bê deng namînin û dê dewleta Tirk a dagirker li ser vê bêserûberiya êrişan muhasebe bikin."