QSD: 22 çeteyên DAÎŞ’ê hatin kuştin

QSD’ê ragihand ku 22 çeteyên din ên DAÎŞ’ê ku di êrişa li ser girtîgehê de cih girtibûn hatine kuştin.

Navenda Ragihandinê ya QSD`ê bi daxuyaniyekê ragihand ku di encama şerên îro yên li Hesekê de 22 çeteyên ku êrişî girtîgeha Sîna ya li Xiwêran kirin, hatin kuştin û aliyê bakurê girtîgehê bi temamî hatiye kontrolkirin.

Daxuyaniya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) wiha ye:

“Serê sibê şerên dijwar di navbera şervanên me û çeteyên DAÎŞ`ê de rû dan ku êrişî girtîgeha Sîna ya li taxa Xiwêran kirin. Hêzên me û Hêzên Ewlekariya Hundirîn aliyê bakurê girtîgehê bi temam kontrol kir.

Di wan şeran de, 22 çete hatin kuştin, çeteyek hat girtin. Her wiha hêzên me wesayîteke bombebarkirî ya çeteyên DAÎŞ`ê desteser kir.”