QSD: 17 şervanên me şehîd bûn

QSD’ê ragihand ku 17 şervanên wan, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û dilxwazên ji saziyên xizmetguzarî di êrîşa DAŞ’ê ya li dijî girtîgeha Xiwêran a Hesekê de şehîd bûne û 23 şervan jî birîndar bûn.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê hejmara şehîd û birîndaran ji dema êrîşên şaneyên DAIŞ’ê ji duh ve li dijî girtîgeha Xiwêranê ya li Hesekê eşkere kir.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Ji êrîşa dawî ya terorîsta DAIŞ’ê li dijî girtîgeha Hesekê di 20’ê vê Çileyê de şervanên me berxwedaniyeke bêhempa di oxira parastina herêmê, şênî û ewlehiya cîhanê de raber dikin. Her wiha şervanan bi wan fedekariyan nehişt plana terorîstan a serwerîkirina li ser girtîgehê û revandina terorîstan bi ser keve.

Em weke QSD’ê bi serbilindî radigihînin ku ji saetên destpêkê heta vê kêliyê li hember êrîşên terorîstan û reva çeteyan ji girtîgeha Sînaa ya li Hesekê 17 şervanên me yên hêzên leşkerî û Hêzên Ewlekariya Hundirîn û dilxwazên saziyên xizmetguzarî gihiştin asta şehadetê. Her wiha şîfaya lezgîn ji 23 hevalên me û karkerên sivîl ên birîndar bûne re dixwazin.

Fedekariya şehîdên me çavkaniya hêzê ji tevahî şervanên me re ye ku têkoşîna li dijî rêxistina DAIŞ’ê ya terorîst û piştevanên wan re berdewam bikin.”