Qonaxa dawî ya pêngava rizgarkirina Reqayê dest pê kir

Pêngava Rizgarkirina Reqayê ya ku 6’ê Hezîranê dest pê kiribû hate qonaxa xwe ya dawî.

Fermandariya Odeya Çalakiyan a Firatê diyar kir ku 90 ji 100'î Reqa hatiye azadkirin û bi mebesta paqijkirina beşa mayî ya bajêr dest bi pêngava Ednan Ebû Emced kirine.

Daxuyaniya fermandariyê wiha ye:

"Pêngava Xezeba Firatê di nava çar mehan de gelek destektiyên mezin bi dest xistine û derbên giran li terorîstên DAIŞ'ê dane. Hêzên me di vê demê de taxên Rimêle, Suker, Hîşam Bin Ebdulmelek, Nezlet Şihade, Meşleb, Rafqa, El-Beyatre (Tekene/Heramiye), Mehdî, Mensûr, Romaniye, Sebahiye, Diriye, Iskan, Hine, Bab Bexdar, El-Teyare, Kehreba, Bosariya, Mizgefta Mezin, Betanî(El-Berazî), Nehde û beşek mezin ku 90 ji sedî yê bajarê Reqayê ye rizgar kirin.

Di beşê din ên Reqayê de, ku taxên Kurdan, Metar, Hey El-Berîd (Huriye), Sexanî, Bedû, Endelus û Methene jî di nav de ye hîn şer didome. QSD ji raya giştî re radigihîne, ku hêzên me dest bi pêngava Şehîd Ednan Ebû Emced kirine. Ev bi hewldana Meclîsa Sivîl a Reqayê, rûspî û şêxên Reqayê ya ji bo sivîlên bajêr û piştî ku 275 çeteyên bajêr radest bûn, pêk tê.

Pêngava Şehîd Ednan Ebû Emced heta ku Reqayê ji terorîstên ku radest nabin paqij bike wê dewam bike. Di nav wan terorîstan de terorîstên biyan hene ku bi israr in li dijî hêzên me yên leheng şer dikin."