‘Qetlîama li Serêkaniyê ji bo mirovahiyê şermeke mezin e’

Meclîsa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo qetlîama dewleta Tirk a roja Yekşemê li Serêkaniyê pê anî bû got: “Ji bo mirovahiyê şemeke mezin e.”

Meclîsa Jinan a Sûriyeya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku berxwedana li dijî dagirkeriya Tirk di roja 6’an de dewam dike, hate gotin ku sivîl tên hedefkirin.

Meclîsê ragihand ku dewlet dixwaze bi qetilkirina sivîlan encam bigire. Meclîsê anî ziman ku dewleta Tirk bi qetlîama li Serêkaniyê li qetlîamên xwe yên di dîrokê de yeke din zêde kir. Meclîsê got di nava kesên şehîd û birîndar bûne de rojnamevan jî hene.

Meclîsa Jinan a got: “Piranî ji jin û zarokan pêk dihat” û domdar got: “Ev xeterî û qetlîama bi destê dewleta Tirk li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê kirin, ji bo mirovahiyê şermeke mezin e.”

Herî dawî Meclîsa Jinan bang li her kesê kir ku pêşî li xeterî û qetlîaman bigirin.