Qanûna referandûman serxwebûnê ya Katalonyayê hate erêkirin

Qanûna pêwîst a ji bo referandûma têkildarî serxwebûna Katalonyayê ya ji Îspanyayê, piştî 10 saetên gotûbêjan a li Parlementoya Herêmê û şûnde hate erêkirin.

Qanûna ji bo refarandûman serxwebûnê ya 1’ê Cotmehê ya ligel Îspanya, welatên Yekîtiya Ewropayê (YE) rê li ber nîgeraniyê vekir, bi dengdayînê hate erêkirin.

Di navbera Serokê Herêma Serbixwe ya Katalonyayê Carles Pûîgdemont ligel endamên îtifaqa Jûnts Pel Sî ku piranî dijî li Parlementoya Herêmê gotûbêjên tund hatin kirin. Di encama gotûbêja 10 saetan û şûnde 52 parlementerên herêmî yên alîgirên mayîna bi Îspanyayê re, rûniştin terikandin.

Di dengdan piştre hate kirin de, qanûna têkildarî pêkanîn referandûmê ya 1’ê Cotmehê hate erêkirin. Pêşnûmeya bi navê ‘qanûna referandûmê’ bi dengdayîna 72 parlementerên alîgirên serxwebûnê re hate dengdan.

Beriya dengdayînê hikûmeta navendî ya Îspanyayê ragihandin bû ji bo betalkirina referandûmê serlêdan li Dadgeha Destûra Bingehîn kiribû. Di sala 214’an de ji ber qedexeyeke referandûmê ya dişibe vê bi awayekî sembolîk hatibû danîn û 2,3 milyon Katalanên ku deng bikar anîbûn , ji sedî 80’ê yê dengan daxwaza serxwebûnê kiribûn.

Katalnoya ya ku nifusa wê 7,5, li gel Madrîd a Îspanyayê di warê aborî de ‘herêma’ herî bi hêz e.