19’emîn Festîvala Jinan a Zîlan li bajarê Leverkusen ê Elmanyayê bi coşeke mezin didome. Festîval bi xwendina peyama KJK’ê berdewam kir.
Di peyama Civata Komelên Jinên Kurdistanê (KJK) de ev tişt hatin gotin:
“Ji bo jin, ciwan, gelê me yê birûmet û dostên me yên hêja!
"Em hemû beşdarên ku sembolên azadî, berxwedan, têkoşîn û hêviyê ne, her kesê ku di rêya azadiyê de gavekê diavêje bi dil û can silav dikin.
Em 19'emîn Festîvala Jinan a Zîlan ku bi dirûşmeya ‘Bi Jin Jiyan Azadî Destkeftiyên Jinê Biparêze’ diyarî şehîdên jin ên têkoşîna me ya azadiyê ya 52 salan kirine, bi coşeke mezin silav dikin. Em îro bi biryardariya danîna hîmên şoreşa jinê, azadî û wekheviyê; bi kêfxweşiya parastina mîrateya berxwedanê li vir ba hev in.
Me bi Manîfestoya Rizgariya Jinê ya Sedsala 21’an a Rêber Apo gav avêt sala 2025’an. Em vê manîfestoyê weke bangeke hevpar qebûl dikin; weke her jinekê em di dil û zihnê xwe de agirê azadiyê geş dikin û ji bo hîn bêhtir mezinkirina şoreşa jinê mil bi mil dimeşin. Weke jinên ku îro li her qada jiyanê ji bo wekhevî, azadî û demokrasiyê em jin tê ba hev, em bi yek dengî Rêber Apo silav dikin. Rêber Apo serdema ku em dijîn weke Ronesansa Jinê û Ronîbûna Jina Azad nirxand, hemû veguherand biharê û bi têkoşîna azadiyê tacîdar kir.
Jin bi biryardariya ku pêşengiyê ji banga Rêber Apo ya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ re bikin, mîna li her çar aliyên Kurdistanê li welatên Ewropayê jî li qad û kolanan bûn. Jinan li her devera ku jinên Kurd bi biryardariya azadî, demokrasî û aştiyê lê bûn, li aliyekê helwesta xwe ya li dijî tundiya desthilatdariya mêr, li aliyê din jî biryardariya ku pêşengiyê ji pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ re nîşan da.
Îro jinên Kurd li ser rêya avakirina civakek demokratîk û azad, ji her demê bêhtir bi biryar in ku her cure astengiyê derbas bikin. Weke KJK em ji dil hemû jinên ku li ser vê rêyê dimeşin, di her gavê de berxwedana xwe nîşan didin û ji bo azadiyê her kêliya xwe feda dikin, silav dikin.
Sedsala 21’an wê bibe demeke welê ku dengê jinan ji her demê xurttir derbikeve. Têkoşîna jinê, ne tenê çêkerên civakî, xwedî hêza jinûve şêwe dayîna cîhanê ye. jinên ku her sînorê derbas dikin û dibin yek, tenê li dijî newekheviya civakî seknekê raber nakin, di heman demê de bi biryardariya avakirina cîhaneke hîn azad û wekhev tevdigerin. Îro êdî dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ çawa ku sîwana hevpar a li dijî her cure tundiya mêr û çanda zayendperestiyê ye, di heman demê de manîfestoyeke hevpar e ku jin nasname, dîrok û azadiya xwe lê ava dikin.
Banga Rêber Apo ya dawî, asta tevgera jinê xurt kiriye û erk û misyona têkoşîna azadiya jinê mezintir kiriye. Tevî şert û mercên tecrîda herî giran ên li Îmraliyê jî, Rêber Apo hêvî da jinan, berxwedana wan xurt kir û kir ku têkoşîna azadiya jinan li çaraliyê cîhanê deng vede. Ji ber vê yekê, divê em ramanên wî bêtir bixwînin, li ser wan nîqaş bikin û wan bikin pisûleya jiyana xwe. Di rêya şoreşa jinan de, divê em li her derê û di her kêliyê de veguherînin hêza jinan a rêxistinkirî.
Em ji bîr nekin; bi şoreş û ronesansa jinan re, êdî hemû dem ên me ne. Jin ji bo azadiya xwe dîrokê dinivîsin, her roj ji nû ve hebûna xwe ava dikin. Em ê bibin dengê her jinek û pêşengiya têkoşîna wê bikin. Li her devera ku qîrîna azadiyê hebe, em ê li wir bin. Ji ber ku em dizanin ku jin dê cîhanê azad bikin û siberojê ronî bikin.
Li ser vê bingehê em hemû jin û hemû beşdarvanên ku tevlî festîvalê bûne bi hezkirineke mezin silav dikin û dibêjin “Bi Jin Jiyan Azadî re azadî ya me ye!”
Piştî peyam hat xwendin, dirûşmeya "Jin Jiyan Azadî" û çepik li qada festîvalê deng veda.