‘Qala wan nekin bêhna min diçike’

Me her tim bihîst, temaşe kir, nivîsên li ser  hatine nivîsandin xwend. Dibe ku ji bo hin kesan weke fîlmekî ji bo televîzyonan be. Yên ku xwendine jî ji bo wan weke çîrokekê hatibe. Hin kes pê hesiyan, lê dibe ku hin kes qet navê wê jî nebihîstibe.

Ez qala bajarê Reqayê dikim. Ew bajarê ku, xelkê wê ji me re dibêje beriya çeteyên DAÎŞ’ê  bihûşt bû bihûşt. Wateya wê jî bajarê narîn û kubar… Piraniya xwe xelkê Ereb in, xelkê Ermen û xelkê Kurd jî di vî bajarê de dijîn. Ew bajarê ku ketibû destê çeteyên DAÎŞ’ê de ji bo xwe weke navend bi kar dianîn.

Gava me berê xwe da bajarê Reqayê, nizanim çima lê di hûndirê min de gotina “xwedawo” derbas bû. Çima ev gotin, sedema xwe çi bû nizanim lê ev gotin xwe nava min de pêçabû. Min paceya maşîneyê daxist da ku derdorê xweş bibînim. Her der keskahî ye, panzdeh deqîqe carek jî qenal ya jî cokên avê derbas dibe. Zeviyên pembû û garisan jî li pey hev xweşikbûyînek cuda dide avakirin. Ji xwe bajarê Reqa dikeve Bakurê Suriyeyê û li kêleka çemê Firate ye. Jixwe gelê herêmê tevahî ava xwe ji Firatê digire.

Gava dikevim nava bajar de lerizînek di laşê min de derbas dibe. Her der hatiye xirabkirin, hilweşandin. Cihên ku jin lê hatine qetilkirin, mirov hatine daliqandin û hwd. Çîrokên kesên ku li hember çeteyan rabûne, wan nepejirandine, xwe radestî wan nekirine li her derê xwe serwer kiriye. Nava her kolanekê de, nava her xaniyekî de gelek serpêhatî hatine jiyîn.

Avînar ya ku eslê xwe ji Kobanê bû lê bajarê Reqayê mezin bûye bi me re digere. Ev bi xwe jî du salan di nava wan de maye.Gava ez jê dipirsim, wan rojan ji bo we çawa bû dest pê dike; “Çawa bi dest gotina xwe bikim nizanim lê bi rastî jî du sal em li vir man, lê di nava du salan de em her roj dimirin. Ji xwe her tişt hatibû qedexekirin. Divê tu dera jinekê xuya nekira. Jinên ku wan qebûl nedikir, li hember wan radibûn jî hema yekser dikuştin.” Piştê van gotinan min jê re got ‘We çawa xwe ji nava wê tarîtiyê xilas kir?’ Avînar dibêje; “Rojekê li ser hoperlorên camiyan gotin kesên Kurd in bila nava sê rojan de Reqayê biterikînin, yên neçin em ê wan hemûyan bikujin. Hema yekser tevahî malbat me berê xwe da bajarê Kobanê. Êdî em di ewlehiyê de bûn.”

Avînar ji me re got; “Îro devreya perwerdeya tûgayê ye, ez ê we bibim wir ka tûgayê jî bibînin. Tûgay di bin banê QSD’de tê vekirin. Bi taybetî jî ciwanên Ereb li vir tên perwerdekirin, hem di hêla leşkerî de, hem jî di hêla birdozî de perwerde dibînin. Hêjmara tûgayê ji sê sed kesan ava dibû, gelek kes amade bûbûn, tevahî jî malbatên Ereb bûn. Nava ewqasî kesan de bala min keçikek yê duwazdeh salî bi tena xwe li ser kursiyek runiştiye, dikşîne. Keçikek bedew bû, çavên wê dibiriqî, min ji Avînar re got pêwîst e ez biçim gel wê zarokê. Gava em ber bi wê ve diçûn wê jî li me dinihêrî, ez bawer im ber bi wê ve çûyîna me jî bala wê kişandibû. Gava ez çûm gel rûniştim hema min yekser navê wê pirs kir. Navê wê Sûat bû, ew jî ji bajarê Reqqayê bû, ji ber birayê wê jî cihê xwe nava wê tûgayê de digire, hatiye birayê xwe pîroz bike. Min ji Avînar re got; ka pirs bike gava ew çeteyên DAÎŞ’ê li vir bûn ew jî vir bûn an ne? Bi pirskirina Avînar re di rûyê wê yê xweşik de guhertinên gelek cuda xwe dan der, her çiqasî min gotinên wê fêm nekiribe jî lê di rûyê wê de diyar dibû ku bersivek acizbûyîn û wê hêrs dikir dabû Avînar. Min ji Avînar re got; “Çima ewqasî hêrs bû, çi got?” Avînar pirsa min bersivand û got; “Sûat dibêje pirsa wan ji min nekin, bêhna min diçike. Ew roj derbas bûn, niha QSD, YPJ, YPG heye me diparêzin. Îro jî hatime vir ji bo ku birayê xwe pîroz bikim. Ger ku temenê min mezin bû ez ê jî ji bo parastina xwe, dayîk û bavê xwe şer bikim.”

Ev gotinên Sûat tevahî gotin bêdeng kiribû. Lê gotinên wê bi ziman û zanist bûbû, ev jî baweriya wê bi hêz kiribû. Ew bawerî û kêfxweşiya wê jî di çirûskên çavên wê de diyar dibû.