Qadên zilm, êşkence û hovîtiyê ji DAIŞ'ê hatin paqijkirin

Çerxerêyên Alnehîm û Delê, zêdeyî sê sal in di nava civaka Reqayê de bi navê xwe bi zilm, êşkence û serjêkirinê tê nasîn.

Çerxerêyên Alnehîm û Delê, zêdeyî sê sal in di nava civaka Reqayê de bi navê xwe bi zilm, êşkence û serjêkirinê tê nasîn.

Çeteyên DAIŞ'ê hemû qirêjiya xwe li van çerxerêyan dikirin. 

Ev her du cih li navenda bajarê Reqayê ne û di hiş û bîra gelê Reqayê de xwedî cihekî girîng e.

Sivîl dema behsa Alnehîm dikin dibêjin çeteyan kiribûn cehîm. Ji xwe wateya Alnehîm berevajî Alcehîm e. 

Her du cihên navborî ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk ve hatine rizgarkirin. Rizgarkirina van her du cihan, ji bo gelê Reqayê tê wateya rizgariya ji zilm û zordariyê.