PYNK: Nesir El Harîrî planên xwe yên dijminatiyê eşkere kir

PYNK diyar kir ku Nasir El Herîrî planên xwe yên dijminatiya li Kurdan eşkere kir û ragihand, ku Barzanî jî tevlî van planan bûye.

Partiyên Yekitiya Nîştimanî ya Kurdî (PYNK) têkildarî serdana şandeya "Îtîlafa Sûriyê" bo Başûrê Kurdistanê daxuyaniyek da û tê de bal kişand ser daxuyaniyên El-Herîrî yên di dema serdanê de, armancên serdanê û helwestên ku divê li hemberî wê bên nîşandan.

Di daxuyaniyê de îşaret bi van xalan hate kirin:

"Di demekê de ku hem raya giştî ya Kurd li Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hem raya giştî ya Kurdistanê li benda pêşketinên erênî di rêgeha xebatên yekitiya refa kurdî yên bi rêya diyaloga di navbera PYNK`ê û ENKS`ê de ne. Derdorên nîştimanî û gelê Kurd ji serdana şandeyeke Îtîlafê bo paytexta herêma Kurdistanê Hewlêrê, şaş man. Wê gavê metirsî û fikarên gel çêkirin û birînên salvegera dagirkirina Efrînê ji aliyê dewleta Tirk û Îtîlafa Îxwanî ve ya beriya 3 salan, kûrttir kirin.

El-Herîrî bi civîneke çapemeniyê li Hewlêrê û bi taybetî li parlamentoya Hewlêrê planên dijminahiya tevgera rizgariya Kurdistanê û bi taybetî planên li dijî destkeftiyên gelê me li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihandin û tekezî bi hevkariya Encûmenda Nîştimanî ya Kurdî û Partiya Demokrat a Kurdistanê û serokê wê birêz Mesûd Barzanî ya di van planan de, kir. Her wiha bi awayekî eşkere ragihand ku herêmên Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî herêmên ku ji terorê hatine rizgarkirin in û got ew ê tevî ENKS`ê hebûna xwe li wan herêmên ‘rizgarkirî’ xurt bikin. Her wiha hêzên ku parastina Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û ji terorê û komên çeteyan rizgar kir, bi hêzên terorîst bi nav kirin û got di çarçoveya erkên xwe yên neteweyî yên Sûriyê de dê şerê PKK`ê bikin. Bi wê yekê ew bû wekîlê dewleta Tirk a faşîst ku parçeyên mezin ji xaka bakurê Sûriyê dagir dike û siyaseta tirkkirinê li wir dimeşîne.

Em ji daxuyaniyên kesekî wekî El-Herîrî şoq namînin, ji ber ku ew fêr bûye ku di xizmeta hin aliyan de be. Ji dema ku endamekî Baasê yê şovenîst bû û heta bû firoşkarê Hemze El-Xetîb û bû lîstok di destê ajandeyên herêmî de. Normal e ku erka wî û serokên wî ya sereke derbkirina xebatên yekkirina refa kurdî û ji hev qetandina hêzên kurdistanî yên sereke be. Lê tiştê balkêş ew e ku hevkarê wî yê Kurd ku ew pêşwazî kiriye, li hemberî daxuyanî, îdia û pêşniyarên wî bê deng bimîne. Bê guman, ev dijberiya eşkere ya Îtîlafê pêwîst e ji aliyê ENKS`ê ve bê şîrovekirin ku aliyê din ê diyalogê ye. Di heman demê de divê der bare rêveçûna diyalogên kurdî-kurdî de lêvegereke kûr ji aliyê PYNK`ê ve bê kirin, ji ber ku nîşaneyên xetereyên mezin hene.

Di heman demê de em vê komploya qirêjî ya li dijî gelê me û deskeftiyên wî ku bi xwîna bi hezaran şehîdan hatin bidestxistin, red dikin. Em bang li tevgera nîştimanî ya kurdistanî, hemû kombûnên çandî û civakî û tevahî gelê xwe dikin ku li hemberî vê komployê helwesteke hişk nîşan bidin. Her wiha em bang li hemû hêzên nîştimanî û demokratîk ên Sûriyê dikin ku li hembarî van planên dijber hişyar bin û bersiva hewldanên Erdogan ên berfirehbûnê û tirkkirinê li bakurê Sûriyê, bidin."