PYD: Yekitiya gel û hêzên leşkerî serkeftin bi dest xist

Meclîsa Giştî ya PYD’ê bi daxuyaniyekê serkeftina Hesekê pîroz kir û got: “Yekîtiya gel û hêzên leşkerî serkeftin bi xwe re anî.”

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bi boneya serkeftina QSD’ê li Hesekê û kontrolkirina giştî ya li ser girtîgeha Sînaayê daxuyaniyek nivîskî da.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Fermandariya Giştî ya QSD’ê îro û di 26.01.2022’an û saet 02:50’an de ragihand ku wê serkeftineke mezin bi dest xist û girtîgeha Sînaa û taxên derdora wê yên Hesekê ji qirêjiya rêxistina DAIŞ’ê ya terorîst rizgar kir. Di vê destaneya neteweyî de tevahî pêkhate beşdar bûn û bi QSD’ê û hêzên ewlehiyê re hevgirtî bûn û serkeftin raber kirin.

Em Meclîsa Giştî ya PYD’ê bi gelê xwe û tevahî pêkhateyên Sûriyê re tevlî şahiya vê serefktin û destaneya rizgarkirina girtîgeha Sînna ya li Hesekê dibin. Di heman demê de piştrast dikin ku ev destane dê bibe deriyê serkeftina mayînde li dijî terorê û bidawîkirina dagirkeriyê. Ji ber ev serkeftin a tabyet bi civaka Sûrî ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye û bi saya fedekariyên vê civakê bi ser ket.

Ev destaneya lehengane 7 salan me paş ve vedigerîne ku di heman demê de Kobanê bi hevgirtina fermandarên meydanî û welatiyan ji DAIŞ’ê rizgar bû.

Em leheng û tevahî hêzên xwe yên beşdarî vê serkeftina mezin bûne silav dikin û tevahî ajansên ragihandinê yên li gel şervanên leheng rawestiyan û bûyer ji raya giştî re ragihînin silav dikin.

Em tevahî welatiyên xwe yên li Hesekê ku piştgiriyeke rasteqîn dane vê serkeftinê silav dikin.

Em şervanên ku canê xwe di oxira parastina Hesekê û rizgarkirina wê ji rêxistinên terorîst de dane silav dikin.

Em birîndarên xwe ku nîşaneyên rûmetê bi parastina xaka xwe hilgirtine silav dikin.

Em vê destaneyê û vê serkeftinê bikin destpêka qonaxeke nû ya ber bi civakeke sûrî ya demokratîk a hevgirtî ve ku tê de tevahî mafên xwe yên rewa wergirin."