PYD: Vîna Efrînê ji gefên Tirkiye bihêztire
Meclîsa Giştî ya PYD’ê,êrîşên dewleta Tirk a dagirker û bêdengiya hêzên navneteweyî şermezar kir û got: “Efrîn bi vîna gelê xwe ji gefên Tirkiye bihêztire.”
Meclîsa Giştî ya PYD’ê,êrîşên dewleta Tirk a dagirker û bêdengiya hêzên navneteweyî şermezar kir û got: “Efrîn bi vîna gelê xwe ji gefên Tirkiye bihêztire.”
Meclîsa Giştî ya PYD′ê bi boneya êrîşên dewleta Tirk a dagirker û bêdengiya hêzên navneteweyî ya li hember êrîşan daxuyaniyek nivîskî da.
Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin:
″Dewleta Tirk li ser tevahî Bakurê Sûriyê bi taybet Efrînê ambargoyek ferz kiriye. Her wiha Tirkiye bi rêya komên çete hewl dide ku çareserkirina aloziyên Sûriye asteng bikin. Her wiha êrîşî sivîlan dikin û ziyan gihandin berhemên wan ên çandiniyê.Dîsa bi operasyonan hewl didin demografiya herêmê bidin guhertin.
Tirkiye ne tenê gefan li Efrînê û Rojavayê Kurdistanê dixwe, di heman demê de gefan li tevahî Sûriyê dixwe û hewl dide herêmên di bin dagirkeriya wê de fireh bike û projeya Federal têk bibe. Ji bo Tirkiye bigihêje vê armancê destek dide çeteyên DAIŞ′ê û Cebhet Fetih El-Şam.
Em van siyasetên Tirkiye yên dijminane û bêdengiya navneteweyî li hember vê yekê bi tundî şermezar dikin. Efrîn bi vîna gelê xwe ji gefên Tirkiye bi hêztire. Wê gelê herêmê li gel hêzên QSD/YPG/YPJ′ê li hember hêzên dagirker li ber xwe bidin û xwîna şehîdên me li erdê namîne″.