PYD: Ji bo ku Rêber Ocalan karibe rola xwe pêk bîne divê azad be

Meclîsa Giştî ya PYD’ê bi wesîleya salvegera komploya navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyanî da û diyar kir ku divê Ocalan azad bibe.

Meclîsa Giştî ya PYD’ê bi wesîleya salvegera komploya navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniya PYD’ê de ev tişt hate diyarkirin:

“Van rojan gelê Kurd salvegera biêş ya Komploya Navneteweyî pêşwazî dike ku di şexsê Rêber Ocalan de pêşeroja gelên Rojhilata Navîn û hebûna gelê Kurd hate bû hedef.

Rojhilata Navîn ji bo hêzên hegemonîk ên cîhanê xwedî girîngiyeke stratejîk e. Ji ber pêşketina sosyolojîk û teknolojîk li cîhanê, diviyabû ji bo mayîndekirina hegemonyaya xwe û berdewamkirina berjewendiyên xwe li herêmê amûr û rêbazên nû bi pêş bixin. Sîstemên desthilatdar êdî bi kêr nedihatin, ji lew re piştî rizgarkirina Kuweytê ‘Rojhilata Navîn a Nû’ ragihandin û ji bo pêkanîna wê dest bi danîna planan kirin, di wê çarçoveyê de diviyabû astengiyên muhtemel rakin. Dîtin ku gelê Kurd bi vejandina wî ya nûjen û pêşengiya wî ya stratejîk dibe ku astengiya herî mezin li pêşiya pêkanîna planên wan be. Tevgera rizgariyê ya Kurd û civaka Kurd a li dor wê kom bûye, pêşengiya rêwîtiya demokratîk, biratiya gelan û jiyana hevbeş kir. Ji lew re, hêzên hegemon xwestin serî ji laş qut bikin da ku karibin laş parçe bikin û gelê Kurd wekî sedsalên berê wekî amûrekê bi kar bînin. Bi wê yekê komploya revandina Rêber Abdullah Ocalan ji aliyê hêzên mezin ê cîhanê ve pêk hat. Lê belê ew yek rastî berxwedana gelê Kurd, Rêberê gel û tevgera rizgariyê ya Kurdistanê hat. Ew berxwedan heta roja me ya îro bi hemû rêbazan dewam dike.

Di salvegera 22’yemîn a komployê de em dibînin ku hêzên hegemon di parçekirina Kurdan de têk çûn. Serî ji laş nehat qutkirin. Gelê Kurd bi berxwedan û têkoşîna xwe di rêwîtiya demokrasiye de li herêmê û cîhanê hîna pêşengiyê dike. Hêzên hegemon jî karîbûn şerê di navbera etnîkan de gur bikin, mînaka wê em li Iraq, Sûriye, Yemen, Lîbya, Bakurê Afrîka û Asyayê dibînin. Ew ji aliyekî ve xêr û bêrên welatan talan dikin, ji aliyekî din ve jî bi milyaran dolaran peymanên çekan pêk tînin. Gelên herêmê jî rastî kiryarên herî hov tên, bi sed hezaran ji wan hatin kuştin, du qatî wan birîndar û astengdar bûn, bi milyonan bûn penaber, bajar hatin rûxandin û guhertina demografiye pêk hat.

Em Meclisa Giştî ya PYD`ê em êşa gelê xwe di salvegera 15`ê Sibatê ‘Roja Reş’ de hîs dikin û em ji her demê zêdetir bandora komployê ferq dikin. Wekî tê zanîn, komploya hîna berdewam e û ancax bi vegera rêber Ocalan di nava gel de bi dawî bibe, da ku rola xwe ya dîrokî di rêvebirina gelên Rojhilata Navîn de rabe. Em bang li gelê xwe dikin ku wan armancan pêk bînin, li dor Rêbertî kom bibin û bi fikir û felsefeya Rêbertî ve girêdayî bin, her wiha refên xwe bi rêxistin bikin û li gorî wê têkoşîna demokratîk û parastina rewa bidin meşandin. Ji ber ku ew tekane rêbaza xilasbûna ji serweriya hêzên hegemon e.”