DFG’ê ji bo rojnamevanên hatine binçavkirin, banga piştevaniyê kir

DFG’ê nerazîbûn nîşan da ku vê siharê gelek rojnamevan hatin binçavkirin û daxwaz kir ku demildest rojnamevan bên berdan.

Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) têkildarî binçavkirina rojnamegeran daxuyaniyeke nivîskî weşand. DFG’ê diyar kir ku careke din bi serdegirtinên malên rojnamevanan dest bi rojê kirine û wiha got: “Di çarçoveya lêpirsîna navenda wê Eskîşehîrê de Seroka Komeleya Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê (MKG) Roza Metîna, rojnamevan Erdogan Alayumat, Ahmet Sumbul, edîtora Bianetê Tugçe Yilmaz, Mehmet Uçar û helbestvan Hîcrî Îzgoren ku salên dirêj e di gelek rojnameyan de gotaran dinivîse û derhêner Ardin Dîren û gelek kesên din hatin binçavkirin.”

Daxuyanî wiha berdewam kir: “Em van binçavkirinên îktîdar bi mebesta yektîpkirinê, nixûmandina rastiyan dike qebûl nakin. Aqilê ku bi rêya ‘qanûna sansûrê’, ‘sîxûriya tesîrê’ û hwd hewl dide sansûrê asayî nîşan bide, bi operasyonên girtin û binçavkirinan hewl dide vê rewşê mayinde bike. Çapemeniya Azad ji bo ragihandina heqîqetê têdikoşe lewma hedef tê girtin. Feraseta ku bi rêya binçavkirinan hewl dide heqîqetê veşêre, mîna duh dê îro jî nekare encamekê bi dest bixe. Dê Çapemeniya Azad dev ji şopandina rêya heqîqetê bernede û rastiyê bigihîne tevahiya raya giştî. Em binçavkirina rojnamevanan qebûl nakin û dixwazin ku tavilê bên berdan. Di serî de raya giştî ya demokratîk, em banga xwedîderketina mafê xwe yê agahîgirtinê li her kesî dikin. Em bang li hemû rêxistinên pîşeyî dikin ku piştevaniyê bikin û dengê xwe bilind bikin. #Gazeteciliksuçdegildir.”