PYD’ê Dadelî yê berî 13 salan di encama êşkenceyê de şehîd bûbû bibîr anî
Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Osman Silêman (Osman Dadelî) yê berî 13 salan di zîndanên Baasê de bi êşkenceyê hate qetilkirin, bibîr anî
Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Osman Silêman (Osman Dadelî) yê berî 13 salan di zîndanên Baasê de bi êşkenceyê hate qetilkirin, bibîr anî
Bi boneya salvegera 13`emîn a şehadeta Osman Dadelî ku di girtîgehên hikûmeta Şamê de bi êşkenceyê hate şehîdkirin, PYD`ê daxuyaniyek da raya giştî. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:
“Em di salvegera 13`emîn a şehadeta hevrêyê xwe Osman Silêman (Osman Dadelî) de ne ku ji aliyê saziya ewlekariya siyasî şaxê Helebê ve hatibû girtin û di bin êşkenceyê de jiyana xwe ji dest da.
Hevrê Osman Dadelî kesayeteke welatparêz bû ku ji bo hemû gelan û pêkhateyên ku zilm û zordarî dîtine, tê koşiya. Ji lewre li dijî kiryarên dermirovî, neexlaqî û şovenî yên rejîma Sûriyê dengê têkoşeran bilind bû û bi yekdengî zîhniyetên neteweperest ku mafên gel û pêkhateyan red dikin. Hevrê Osman serkêşê wan têkoşeran bû, wî ji bo edalet, aştî û demokrasiyê li ber xwe da û xwest ku hemû gel di nava jiyaneke, demokrasî û azadiyê de bijîn.
Lê wekî tê zanîn sîstemên desthilatdar ên zordest her tim hemû dengên ji bo azadî, demokrasî û rûmetê diçewisînin. Ji ber wê yekê hevrê Osman Dadelî di 2007`an de li Helebê ji aliyê saziya ewlekariya siyasî ve hate girtin. Osman di 18`ê Sibata 2008`an de ji ber îşkence û paşguhkirinê şehîd bû.
Em wek Meclîsa Giştî ya PYD`ê Osman Dadelî bi bîr tînin û soza şopandina rêya wî nû dikin."
Her wiha PYD`ê hemû kiryarên rejîma Sûriyê û kiryarên dewleta Tirk a dagirker ên li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî yên wekî binçavkirin, îşkencekirin, kuştina komî û xirabkirina binsaziyê, şermezar kir.
Hêjayî gotinê ye ku şehîd Osman Dadelî di damezirandina Partiya Yekitiya Demokraîk (PYD) li Rojava de roleke mezin lîst û gelek caran ji aliyê hikumeta Şamê ve hatibû binçavkirin. Dadalî piştî nexweşiyeke giran ku ji ber îşkenceyê pê re çêbûbû, di 18`ê Sibata 2008`an de şehîd bû.