PYD’ê bang li hikumeta Başûr kir: Berpirsyariya xwe bi cih bîne

PYD’ê ji bo Yasîn Bûlût ê PKK’yî yê duh li Silêmaniyê hate qetilkirin, daxuyaniyek weşand. PYD’ê diyar kir ji bo kujer werin girtin divê hikumeta Başûr berpirsyariya xwe bi cih bîne.

Hê jî kujerê Endamê Komîteya Piştgiriya Bi Malbatên Şehîdan a PKK’ê Yasîn Bûlût (Şukru Serhad) ê ku duh li Silêmaniyê hatibû kuştin, nehatiye dîtin.

Meclîsa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) daxuyaniyeke nivîskî weşand û bang li hikumeta Başûrê Kurdistanê kir ku bila berpirsyariya xwe bi cih bîne.

PYD’ê di daxuyaniya xwe de ev tişt diyar kir:

“Em Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) şehîdxistina têkoşer Yasîn Bûlût bi tundî şermezar dikin û bang li hikumeta Başûrê Kurdistanê dikin ku li hemberî binpêkirinên îstîxbarata Tirk ên li ser xaka xwe erka xwe bi cih bîne. Her wiha em soz didin şehîd Yasîn Bûlût ku em ê li ser xeta wî têkoşînê bidomînin. Em bang li gelê xwe yê Kurdistanê û hêzên demokratîk dikin ku li hemberî hemû cûre şerê qirkirinê ku rejîma Tirk pêk tîne, helwesta xwe nîşan bidin."