PYD’ê bang li gelê Kurd kir ku li dijî dagirkeriyê bibin yek

Meclîsa Giştî ya PYD’ê, êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser herêma Gare ya di bin qontrula gêrîlla de şermezar kir û banga yekîtiyê li hemû gelê Kurd kir.

Meclîsa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) bi daxuyanyekê diyar kir ku bi fermana desthilata faşîst, duh (Çarşemê) li dijî herêma Garê êrîşên dagirkeriyê hatine destpêkirin û banga yekîtiyê li hemû gelê Kurd kir.

Meclîsê ev êriş şemezar kir û diyar kir ku ev operasyon hemwextî hatina salvegera Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk tê ku bi wê yekê ji cîhanê re piştrast dike ku zihniyeta dewleta Tirk li ser esasê faşîzmê û qikirina gelê Kurd e.

Meclîsê di daxuyaniya xwe de bang li NY’ê, dewletên mezin û aktîv û rêxistinên mafên mirovan kir ku destwerdanê bikin ku şerê qirkirina komî li dijî gelê Kurdistanê û sembolên gel ên berxwedanê gerîlayên HPG’ê, rawestînin.

Daxuyanî wiha ye:

“Di demekê de ku salvegera Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan nêz dibe û helwestên navneteweyî yên gel banga azadkirina Rêber Ocalan dikin û kombûna gelê Kurdistanê li dor rêbertî û proje û felsefeya biratiya gelan û jiyana azad zêde dibin. Dewleta Tirk hîn îsbat dike ku zihniyeta înkarkirin û tunekirina hebûna Kurdan dimeşîne û ji cîhanê re feraseta xwe ya li ser pêkanîna komkujiyan û qirkirina li dijî gelê Kurdistanê nîşan dide. Artêşa Tirk a dagirker bi fermanên desthilata faşîst roja çarşemê (10`ê Sibatê) li dijî hêzên Tevgera Rizgariya Kurdsitanê hêzên gerîlla operasyoneke leşkerî dest pê kir û êrîşî herêma çiyayê Garê û herêmên derdorê kir.

Wekî Meclisa Giştî ya PYD`ê em van êrîşan şermezar dikin ku ji cîhanê re îsbat dibe ku armanca van êrîşan tunekirina gelê Kurdistanê û hebûna wê ya li ser xaka wê ya dîrokî ye. Ev yek li gorî zihniyeta faşîst a Osmaniyan pêk tê. Em bang li NY’ê, dewletên mezin û aktîv û rêxistinên mafên mirovan dikin ku destwerdanê bikin da ku şerê qirkirina komî li dijî gelê Kurdistanê û sembolên gel ên berxwedanê gerîlayên HPG`ê, rawestînin. Her wiha em bang li hêz û partiyên nîştimanî yên Başûrê Kurdistanê û hikumetên Iraqê dikin ku li hemberî van êrîşan bêdeng nemînin û helwesteke zelal û çarenûsî nîşan bidin. Em bang li tevahî gelê Kurdistanê dikin ku li hemberî hemû rengên êriş û destdirêjiyên dewleta Tirk hevgirtî bin û têkoşînê bilind bikin.

Em bang li dewleta Tirk jî dikin ku êrîşên xwe yên dermirovî li dijî Kurdên li welatên cîran rawestîne û çareseriyên aştiyane ji doza Kurdî re bibîne.”