PYD: Di sala 2022’an de em Sûriyeya demokratîk ava bikin
PYD’ê ji bo sala nû peyameke pîrozbahiyê weşand û xwest di sala 2022’an de krîz bi dawî bibe û Sûriyeya demokratîk were avakirin.
PYD’ê ji bo sala nû peyameke pîrozbahiyê weşand û xwest di sala 2022’an de krîz bi dawî bibe û Sûriyeya demokratîk were avakirin.
Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ji bo sala nû peyameke pîrozbahiyê weşand.
Di peyama PYD’ê de ev tişt hate diyarkirin”
"Ji bo gelê me yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, dostên wê yên ji tevahî dewlet û herêmên cîhanê û hemû kesên ku ji bo xizmeta mirovahî û demokrasiyê dixebitin; çend saetên din em dikevin saleke nû ku ji bo gelê me û herêmê saleke ne normal bû. Ruxmî zehmetî û hemû astengiyan, me bi xwîna şehîdan û fikirên xwe yên durist destkeftiyên şênber pêk anîn. Her wiha ji bo qewînkirina demokrasiyê ber bi giştîbûnê ve me xetên qalind danîn. Bi hev re me hêviyên xwe yên pêşerojê xêz kirin.
Armanca me ya bingehîn a sala 2022'yan, qewînkirina jiyana hevbeş, avakirina civakeke demokratîk û xurt bi edalet û wekhevî ye ku hemû gelên herêmê û pêkhateyên wê mafên xwe yên rewa bi dest bixin û çanda xwe bi pêş bixin.
Em Meclisa Giştî ya PYD'ê tê gihiştîne ku pêkanîna van armancan hewcedarî bi fedakariyên zêdetir, xurtkirina kar û sekna li hemberî astengiyan dike. Bi teqez em ê li hemberî tevahî xetere û tevahî cureyên zehmetiyan bisekinin, ji ber ku serkeftin her tim milkê kesên ku hewl didin bi kedên xwe bi pêş bikevin.
Em di wê baweriyê de ne ku gelê me dikare serkeftinên mezin pêk bîne, bi tevahî gelên Sûriyeyê û cîhanê re di nava lihevkirin û tevkariyê de be da ku xaka ku me li ser dijîn bibe welatê bedew ê hevbeş.
Bi wesîleya sala nû ya mîladê, em ji dil tevahî gelên xwe û tevahî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û gelemperiya Sûriyeyê pîroz dikin. Bi hêvî ne ku sala nû wê bibe sala bidawîbûna aloziya Sûriyeyê, ewlehî û aştî pêk were û ber bi Sûriyeyeke demokratîk a nenavendî ve biçin.”