PYD: Bi ruhê Newrozê em Rêveberiya Xweser biparêzin

PYD bang kir ku sîstema Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi ruhê Newrozê biparêzin.

Meclîsa Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ji bo Newrozê peyamek weşand.

‘DIVÊ EM RÊVEBERIYA XWESER BI BERXWEDANEKE BÊ HEMPA BIPARÊZIN’

Peyama PYD wiha ye:

“Gelê me di van rojan de Newroza Kurdî pîroz dike. Newroz hebûna dîrokî ya gelê Kurd, her wiha hêviya berxwedan û jiyanê ye. Newroz sembola sepandina azadî û mafan e ku Kawayê Hesinkar li dijî zilmkaran rabû û meşaleya azadiyê ya gelê Kurd û gelên Mezopotamyayê hilda ku dest bi serdemeke nû ya azadiyê li zilmkaran bikin.

Ev bone wek pêkhateyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê yê me tevan e, her wiha divê têkoşîn, berxwedaneke bênavber ku destkeftiyên Rêveberiya Xweser biparêzin ku bi saya şehîdên tevahî pêkhateyên wê bi dest ketine.

Bi saya pêşiyên me yên medî bi hevkariya gel û neteweyên Mezopotamyayê ku stûna wê Împaratoriya Medî bû, wateya Newroza îro dijîn. Mediyên Kurd bangewazên yekitiyê di navbera gelan de bûn, her wiha kom li hember ferdan hilbijartin, xwestin ji tevan re ne ji parçeyekî re be, ew jî nişaneya kûr a pêşketina fikra demokratîk û beşdariya rastîn diyar dike. Niha û piştî bi hezar salan dîsa modela rêgeza neteweya demokratîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hevkarî, piştgirî, curbicurbûnê û qurbaniyên di yek xendeqê de xwe dide der.

Newroza îsal bi lidarxistina şerê hebûnê ya li herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê, her wih divê sekneke xurt li dijî tevahî xetere û astengiyan pêk bînin, bi nirxên berxwedan û jiyana hevbeş ve girêdayî bin. Her wiha meclisê destnîşan kir ku metoda berxwedan û rihê wê piştgiriya binketina tevahî planên dijberî gel û projeya wê ya demokratîk li Sûriyê kir.

Ev bone ji bo sozdayîna nû bi şehîd û berxwedêran a berdewama rêça wan e, her wiha da ku modela demokratîk a jiyana hevbeş ku her kes nasname û fikra xwe tê de dibîne, bisepîne. Li aliyekî din jî her kes xebata ji bo tevahî dike û giştî jî ji bo parastina hemûyan der barê metoda biratiya rastîn û jiyana hevbeş a li gorî rêgezên neteweya demokratîk ku wekhevî, rûmet û azadiyê garantî dike.

‘CEJNA JINÊ YE’

Newroz modeleke jinan e, rola wan di parastin, avakirin, rêxistin û piştgiriyê de ya herî bilind e. Jin li Mezopotamyayê sembola dayîn, avakirin û pêşketinê ye, niha jî ew nirxên kevn ên resen li gorî zanist, rêxstin û metoda neteweya demokrafîk û civaka wekhev li dar dixin.

‘BI KOMÊN BIÇÛK PÎROZ BIKIN’

Ji serdeman ve, gelê Kurd li dijî zilm û dîktatoran li hember parastina jiyan û azadiyê li ber xwe dide, her wiha cejna Newrozê jî boneya guncawtirîn ku tê de Kurd vîna azad û redkirina li hember zilm û desthilatê û bijartina jyan, azadî û rûmetê xwe dide der.

Dîroka gelên Mezopotamyayê destanên berxwedan û têkoşînê li dijî destpot û dagirkeran vedibêje, Newroz tê wateya berxwedana girtiyên efsanewî ya girtîgehan, her wiha jiyanê li bedena ku xemgîn, zilm û paşverûtiyê xwe lê pêçaye, tîne. Newroz, fikir û parastina bi pênûs û tifingê pêş dixîne.

Di Newroza 2020’an de herêm û projeya jiyana hevbeş li hember astengiyên mezin e. Lê li hember wê kedên berxwedan, têkoşîn û yekitiya ref, her wiha pêşketina sîstema demokratîk a sazî û sererastkirina wê tên dayîn. Ev têkoşîn û berxwedan di encama qurbaniyên şehîdên Kobanê, Berxwedana Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî, serkeftina dîrokî ya Baxozê li dijî rêxistina DAIŞ’ê û rizgarkirina mirovahiyê ji sûcên wê de pêk tên.

Metoda berxwedan û rihê wê piştevaniya binketina tevahî planên dijberî gelê me û proeya wê ya demokratîk li Sûriyê kir. Her wiha êrişên tund li dijî herêmên me nîşaneya têkbirina vê projeyê ku bi îdiaya li ser xetere, pêk tên.

Ji bo pêwîstiya tenduristî û berjewendiya gelê me, em nikarin Newroza 2020’an weke berê li dar dixist, bi awayekî girseyî li dar bixin.

Cejna Newrozê û wek nîşaneya berxwedanê, divê di dîroka gelê me de bimîne û divê her tim destpêkirina xurt ber bi bilindkirina asta berxwedana me û geşkirina yekparebûna Kurdistanê be. Bi boneya cejna Newrozê bi dirûşma "Bi rihê Newrozê wê dagirkeriyê têk bibin, Rêveberiya Xweser bi pêş bixin û Sûriyeke demokratîk ava bikin" em Meclîsa Giştî ya PYD’ê gelê me yê li hundir û derveyî welêt pîroz dikin, her wiha şehîdên leheng ku canê xwe di oxira yekitî û jiyana hevbeş de dane bi bîr tînin.

Her wiha lehengên HRE’yê, gelê me yê berxwedêr li kampên Şehba, Waşûkanî û Til Semen pîroz dikin. Li aliyekî din jî tevî ku rûberek ji erdnîgariyê dewleta Tirk û çeteyên wê bi hedefa têkbirina vîna gelê me dagir kiriye, lê belê me ruhê berxwedanê ji dest nedaye. Lê belê berevajî wê hê israra li ser têkoşîn, girêdana bi biratiya gelan û metoda demokratiyê re bilind e, her wiha wê heta rizgarkirina tevahî xakê û derxistina dagirkeran bidome.

‘BI RUHÊ NEWROZÊ EM Ê DAGIRKERIYÊ TÊK BIBIN’

Li vir em bang li gelên xwe dikin ku asta têkoşîn û berxwedanê bilind bikin, bi hev re û bi rUhê berxwedana dîrokê ya ku dinya bi xwe ve mijûl kir, her wiha bang li hikumeta Sûriyê û her kesên rol û heqîqeta gel, dîrok, têkoşîna demokratîk û berdêlên didin paşguh dikin dikin ku bi awayekî aqlane nêz bibin û dûrî nakokiyan ku wekî ku tu rûdan li Sûriyê neqewimîne bikevin, em bang li wan dikin ku li ser masyê rûnin, Sûriyê ji artêşa Tirk û hevlbendên wê yên çeteyên DAÎŞ`ê xelas bikin, dûrî hevpeymên nakevin xizmeta Sûriyê û gelên Sûriyê bikevin, em gelekî bi nasname, mîsyon û çanda xwe hene ew ê tu alî nikaribe hebûn û vîna gelê berxwedêr tune bike, gelên me beşdarî rêya rast a avakirina Sûriya demokratîk dibe û projeyên yekitiya gelan misoger dike pêşniyar dike.

Di dawiyê de em soza parastina mafên gelan didin, em ê bi hemû hêza xwe Sûryeke nû, Sûriyeke demokrat, yekgirtî, azad û hemû gelên Sûriyê bigire nava xwe ava bikin, her wiha piştrast dikin ku beyî derxistina artêşa Tirk û çeteyên wê ji herêmên dagirkirine di serî de Efrînê wê çaresriya aloziya Sûriyê misoger nebe û heke doza gelê Kurd li Sûriyê mîsoger nebe ew ê qet çareserieke xizmeta pêşeroja gelan bike, dernekeve holê.”