Piştî ku êşkence kirin dîmenê wî ji malbata wî re şandin

Çeteyên Heyet Tehrîr El Şam piştî ku kesê bi navê Mihemed Bekir Hisên êşkence kirin, dîmenê êşkenceyê ji malbata wî re şandin. Malbatê bang kir ku bila li hemberî vê hovîtiyê tu kes bêdeng nemîne.

Mihemed Bekir Hisên 21 salî yê ji gundê Dimiliya dema li Tirkiyeyê kar dike, rojekê polîsên Tirk bi hinceta ku bi qaçaxî derbasî Tirkiyeyê bûye, wî dibin ser sînor û ji wir wî dişînin Îdlîbê. Piştî 6 mehan êşkencekaran ji malbata wî pere xwestin. Ligel ku malbatê pere dan jî, çeteyan ew bernedan û ew kuştin.

Apê wî Arêf Mihemed li ser bûyerê axivî û got ku “Em koçberê Efrînê ne. Ji ber şer û dagirkeriyê em ji cih û warê xwe derketin û em niha li Til Rifatê ne. Beriya vê du rojan me li ser facebook û televîzyonê dît ku biraziyê min bi darê zorê birine Îdlîbê û çeteyên Heyet Tehrîr El Şam ew kuştine.

Çend meh berê polîsên Tirk hemû ciwanên ku bi qaçaxî hatine Tirkiyeyê wan digirin û wan dişînin ser sînor. Ji wir jî wan dişînin Bab El Hewayê. Piştî êşkencekirinê ji bavê Mihemed pereyan dixwazin û dibêjin heke pere were şandin, em ê wî berdin. Malbat berê 4000 dolar dişîne lê çeteyên Heyet Tehrîr El Şam wî bernadin. Piştî du mehan 2000 dolaran ji malbatê dixwazin, malbat qebûl dike lê dîsa jî Mihemed bernadin. Mihemed 6 heyvan di zindanê de dimîne. Di 12.12.2019’an de çete ji Mihemed dixwazin ku bila telefonî malbata xwe bike û bibêje ev roja min a dawîn e. Mihemed telefonî birayê xwe dike û piştî 5 deqîqeyan guleyan bera Mihemed didin. Çete ji malbatê dibêjin werin cenazeyê xwe bibin, dema ku birayê min dibêje derfetê me tuneye ku em cenaze bibin. Çete hemû organên Mihemed derdixînin û cenaze didin malbatê. Ev hovîtiya Erdogan e. Em bang li hemû saziyên mafên mirovan û cîhanê dikin ku bila li ser vê bûyerê bisekinin. Êşkenceyek giran li biraziyê min kirine. Erdogan piştgiriyê dide çeteyan û ev çete sûcên li dijî mirovatiyê dikin. Ji ber van kiryaran divê Erdogan were darizandin, ji ber ku ew sûcdarekî mezin e.”